Greva giştî li Îranê berdewam e

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îranê greva giştî di roja 3’yan de berdewam dike. Ji bilî dikandaran gelek xwendekarên zanîngehê jî tev li grevê bûn.

Çalakiyên ku li Îranê 3 meh beriha niha destpêkiribû berdewam dike. Di çarçoveya van çalakiyan de, du rûj beriya ji aliyê hin derdorên siyasî û saziyên sivîl ve bang hatibû kirin ku, bo sê rojan greva giştî bê lidarxistin.

Greva giştî di roja sêyan li bajarên Kirmanşan, Sine, Îlam, Mahabad, Rewanser, Pawe, Merîwan, Seqîz, Bane, Bokan, Dîwandere, Qirwe, Kamyaran, Şîno, Dêwlan, Ciwanro, Îslam Abad, Şîraz, Buşehr, Kerec, Esfehan, Lahîcan, Qezwîn û çend bajarên din berdewam dike.

Hate diyarkirin ku di serî de li Tehranê xwendekarên zanîngehê li gelek bajaran tev li greva giştî bûn û dibistan boykot kirin. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Greva giştî li Îranê berdewam e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *