Hat îdîakirin ku Şaredarê Payîzavayê bo Erdogan deng ji muxtaran xwestiye

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tûra duyemîn ya hilbijartinên serokkomariyê wê di 28’ê Gulanê de bê lidarxistin. Hat îdîakirin ku Şaredarê Payîzava ya Wanê Hayrullah Taniş biboneya ku deng bidin Namzetê Tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan, bi muxtarên taxan re hevdîtinek pêkaniye.

Hilbijêr, bo tûra duyemîn ya hilbijartinên serokkomariyê, dê 28’ê Gulanê roja Yekşemê biçin ser sindoqan. Tevî ku bo hilbijartinê demek pir kin maye, hate îdîakirin ku Şaredarê AKP’î yê Navçeya Payîzava (Gurpinar) ya Wanê Hayrullah Taniş, biboneya ku ew di hilbijartinê de bo Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan bixebitin, bi muxtarên taxan re civînek lidar xistiye.

Muxtareke ku tevli vê civînê bûye û nexwestiye navê wî/wê bê eşkerekirin îdîa kiriye, Taniş bo civînê muxtar gazî şaredariyê kirine û ji wan daxwaz kiriye ku di hilbijartinê de bo Erdogan bixebitin.

Heman çavkanî destnîşan dike, hin muxtarên ku tevli civînê bûne ev yek qebûl kirine. Ew dibêje şaredar bi muxtarên ku qebûl nekirine bo Erdogan bixebitin re yek bi yek hevdîtin pêk aniye.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hat îdîakirin ku Şaredarê Payîzavayê bo Erdogan deng ji muxtaran xwestiye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *