HDP ji bo Jîna Emîn wê dakeve qadan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Partiya Demokartîk a Gelan ‘HDP) wê ji bo Jîna Emînî ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû qetilkirin, îro hin rêzeçalakiyan lidarbixe.

Meclîsa Jinan a HDP’ê wê bi armanca pişgiriya çalakiyên li Îranê yên ji ber ji ber qetilkirina, Jîna Emînî tên lidarxistin, îro li 51 bajar û 400 navçeya dakeve qadê.

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran a têkildarî mijarê de daxuyaniyek da û got: “Em jî weke HDP bi hemû rêxistinên xwe re wê li gelek bajaran bale bikişînin ser zextên li Îranê û em ê bi lêv bikin ku em bi wan re di nava piştevaniyê de ne û bibêjin têkoşîna hevpar a jinan û civakan lêferzkirinên desthilatan ên bi vî awayî wê ji holê rakin.”

Başaran, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê desthilata AKP’ê û MHP’ê jî li dijî jinan û civakan zextê dike û wiha axivî: “Êrişên li dijî partiya me, li dijî hevserokatiya me Peymana Stenbolê hene û her roj jin tên qetilkirin. Desthilata bi heman hişmendiyê heye. Em jî dê ji vir dengê xwe bilind bikin bêjin di nava piştevaniyê de ne û bêjin li dijî van hişmendiyan em ê bi hev re biqîrin ku wê azadiya jinê azadiya civakê pêk bîne.”

Hêjayî gotinêye ku Jîna Emînî a 22 salî, roja 13ê Îlona 2022’an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girênedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du demjimêran ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
HDP ji bo Jîna Emîn wê dakeve qadan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *