Hejmara 16’an ya Kovara Psychology Kurdî derket

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hejmara 16’an ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derket. Kovar di hejmara xwe ya nû de balê dikişîne ser derûniya herêmên erdhejê.

Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî ku her çar mehan carekê tê weşandin di vê hejmarê de wek dosyayeke taybet cih daye ‘derûnnasiya klînîkî û erdhejê’.

Di kovarê de bi giştî behsa rewşa derûnî ya welatiyên herêma erdheja 6’ê Sibatê ku li 11 bajaran bûbû sedema wêraniye pir mezin û di encamê de zedêtirê 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Kovara Psychology Kurdî bi rêya gotar û hevpeyvînên cûda di vê hejmarê de deriyekî bo derûniya welatiyên navçeyên erdhejê vedike û balê dikişîne ser rê û rêbazên çareseriyê yên di warê derûnî de.

Di kovarê de bi giştî 16 gotar, hevpeyvîn û nivîsên 16 nivîskar, derûnnas û civaknasan hatine belav kirin. Beşek ji gotaran ji zimanê Tirkî bo kurmancî hatine wergerandin. Di kovarê de gotarek bi zarvayê Zazakî jî cih digire û gotarek ji zaravayê Soranî jî bo Kurmancî hatiye veguhestin. 

Hûn dikarin hejmara nû û hejmarên din ji malpera www.avestakitap.com – www.pirtukakurdi.com û ji malperên din peyda bikin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hejmara 16’an ya Kovara Psychology Kurdî derket

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *