Hejmara nû ya Kovara Nûbiharê derket!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hejmara 18’an a Kova Nûbihar Akademiyê bi berhem û mijarên dewlemet hatiye weşandin. Di hejmara nû de li mijara “Lor û Goran di Çavkanîyên Serdema Navîn de” dosyayek taybet hatiye amadekirin.

Kovara Nûbihar Akademîyê bi hemarek nû ya 18’an hate weşandin. Di vê hejmara Nûbihar Akademî de digel nivîsarên li ser babetên giştî li ser babeta “Lor û Goran di Çavkanîyên Serdema Navîn da” dosyayeke taybet hatiye amadekirin. Serpereştîya dosyayê ji alîyê Dr. Esmail Shams ve hatîye kirin û temaya dosyayê jî beşek ji dîroka Kurdan e.

Di hejmara nû de 11 nivîs cih digirin

Di vê hejmarê de bi giştî 11 nivîsar hene. Ji van nivîsaran şeş heb derheqê babeta dosyayê (Lor û Goran di Çavkanîyên Serdema Navîn da) da ne û pênc heb jî derheqê babetên giştî da ne.

Ji nivîsarên dosyayê pênc heb, gotarên xweser in û yek jî wergêr e. Ji van gotaran sê heb bi Farisî, hebek bi Kurdîya Hewramî û hebek jî bi Kurdîya Kurmancî ye.

Kurdiya Hewramanî

Di dîroka Nûbihar Akademîyê de û reng e di dîroka weşangerîya Kurdan de Kurdîya Hewramî cara yekem di vê hejmarê de bûye zimanê gotarekê.

Wergêra vê hejmarê jî derheqê babeta dosyayê de ye û nivîsara Farisî ya Abolfazl Khatibi ya bi navê “Nêrînek li Ser Hikûmeta Atabegên Loristanê di Sedsalên Navincî de” ji aliyê Cumhur Olmez û İbrahim Tarduşî ve bo Kurdîya Kurmancî hatîye wergêran. Edîtorê dosyayê Dr. Esmail Shams di pêşekîya xwe da li ser naveroka dosyayê zanyarîyên pêdivî dane û mijara Kurdbûna Lor û Goranan bi awayekî xweş xulase kirîye.

Ji nivîsarên giştî çar heb gotar, yek jî nirxandina pirtûkê ye. Ji van gotaran yek di qada edebîyata Kurdî ya gel (Yaşar Kaplan, Di Navbera Çanda Nivîskî û Devkî da Beyta Feqîyê Teyran), yek di qada tarîx û mîtolojîya Kurdî (Ercan Gumuş, Nirxandinek Li Ser Mîtolojî û Dîrokê di Mînaka Dehaqê Zordar û Kawayê Hesinkar de), yek di qada tesewif û civaka Kurdî (Mohammad Hajitaghi û Behzad Ehmedî, Rola Terîqeta Neqşebendîye di Geşedana Bizava Barzan de) û yek jî di qada zimanê Kurdî (Omer Abdulrehman Omer û Kawa Taher Dhaher, Rêyên Dirustkirina Termên Zanistî) de hatîye nivîsîn.

Ji van gotaran du heb bi Kurdîya Kurmancî, yek bi Tirkî û yek jî bi Farisî ye. Di vê hejmarê de ji alîyê Şukran Coşkunê ve li ser pirtûka Ergin Openginî ya bi navê “Rewşa Kurdî ya Sosyolenguîstîk li Tirkîyeyê” bi Kurdîya Kurmancî nirxandinek hatîye kirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hejmara nû ya Kovara Nûbiharê derket!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *