Hejmara nû ya Kovara Nûbiharê derket

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

161’mîn hejmara Kovara Nûbiharê hat weşandin. Nûbihar ev 30 sal in çap dibe.

Di hejmara nû ya Kovara Nûbiharê de nivîsa Rohat Alakom ya li ser çend wêneyên Elî Eşref Begê nivîsiye cih digire. Elî Eşref Beg û bavê wî Gulî Cewar Axa di artêşa Rûsan de general bûn. Alakom destnîşan kiriye ku ji sala 2012’an pê ve ji arşîva Rûsan gelek wêneyên Elî Eşref Begê derketine û ji wan wêneyan meriv gelek agahiyên dîrokî hîn dibe.

Abdurrahman Adakî di vê hejmarê de li ser Xulaseyê Eqîde ya Seyid Ebdullahê Nehrî nivîsiye. Li gor ku Adak dide zanîn, dema di sala 1911’an de cara pêşî Kurdîzade Ehmed Ramîz vê Eqîdeyê çap dike, li ser wê navê nivîskar Seyid Ebdullahê Nehrî nenivîsiye. Ev jî bûye sedem ku paşê ev eqîde li ser navê gelek kesên cûda çap bibe.

Her wiha Mehmet Emin Cirikî li ser terîqeta Qelenderiyê nivîsek di kovarê de weşandiye. Lokman Polat kurteçîrokên Rojbîn Ozkan “Qenewîçê”, Dr. Omer Uluçay jî romana Receb Dildar “Bêjan” daye nasandin.

Hanifi Taşkin, Sidîq Gorîcan û M. Mûhemmed Gulnar derketine geştê, çûne gundê Çemê Xanê ku li ser Hîzanê ye. Hanîfî Taşkin di vê jimarê de ev geşt nivîsiye.

Hevpeyvîna vê jimarê Muaz Çetin bi Yaqûb Karademirî re çêkiriye. Yaqûb Karademir li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê kar dike û wî di hevpeyvînê de behsa xebatên xwe û jiyana xwe ya Parîsê kiriye.

Her weha nivîs û çîrokên Abdullah Can, Sabrî Akbel, Zana Şaybak, Abdurrahman Benek, Seher Bişaroglû Karak, Mûrad Pola, Felat Dilgeş, Ebrû Yilmaz, Dilazad A.R.T, Rêzan Diljen, Memet Çagdavûl û M. Zana Karak di vê hejmarê de hatine çapkirin.

Rojen Barnas, Hîwa Qadir, Berken Bereh, Hafizê Şirazî, Mem Med, Zeynep Çelik, Sabri Akbel, Seyyid Rissînî, Mîr Şad, Rainer Maria Rilke, Cahit Sıtkı Tarancı, Sidîq Gorîcan, Muqades Agirî, Ahmed Arif, Şaban Şenateş, Raif Yaman, Mustafa Acar, Nesîmî, Evdilxaliqê Îsa û Azad Rêbiwar jî bi helbestên xwe di vê hejmarê de cih girtine. (Bîanet Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hejmara nû ya Kovara Nûbiharê derket

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *