‘Hemû nîşane didin xuyakirin ku aboriya Tirkiyê her diçe xerabtir dibe’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Pisporê aboriyê Mustafa Sonmez, destnîşan kir ku hemû nîşaneyên aboriyê didin xuyakirin ku aborîya Tirkiyeyê her ku diçe xirabtir dibe.

Roja Çarşemê nirxê dolar û euro li hember pereyê Tirk îsal cara yekê ye ku ev qas ket xwarê. Di destpêka roja de 1 dolar 17,59 lîraya Tirkî û 1euro jî 18,03 lîra bû.

Aborîzan Sonmez di vê çarçoveyê de tîne ziman ku biryarên faîzê yên Bankaya Navendî ya Amerîka (FED) dibe sedema bilindbûna nirxê dolar û wek diravên din, nirxê lîraya Tirkî dikeve.

‘Jiber enflasyonê gel berê xwe dide dolarî’

Li gor nûçeya Dengê Amerîkayê (VOA) Sonmez di berdewamiyê de wiha lê zêde kiriye: “Li hemî welatan diravên heremî jibo ku xwe li hember dolar biparêze faîzên diravên xwe bilind dikin. Lê Tirkîyê û bi taybetî Erdogan ev nêzî salekê ye polîtîkayek bi tam berevajî bi rêve dibe. Ev jî dibe sedema ketina nirxê lîraya Tirkî û enflasyona bilind. Jiber enflasyona bilind jî gel zêdetir berê xwe didin dolarê.”

‘Bêbaweriyek mezin heye’

Herwiha Sonmez destnîşan dike ku yek ji sedema din ya aborîya xirab jî bêbawerîya li dijî Tirkîyê ye û wiha axivî: “Dijî polîtîkayên Erdogan û hikûmeta wî bêbêwarîyêk mezin hem li hindur hem jî li derveyê welat heye. Em vê yekê ji pêzanînên Pirîma Rîskê ya Kredî (CDS) dibînin. Minak pêduvî bû ku Tirkîyê niha bi faîza sedî % 3 deyndar bûya. Lê niha Tirkîyê bi faîza sedî % 12 dikare deyndar bibe.”

‘Sererastkirina vê aboriyê ne pêkan e’

Sonmez jibo sererastkirina vê aborîya xirab jî bawer dike ku ne pêkan e heta hilbijartinan pêşketinek erênî pêk were wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bawerîya mirovan li Lîrayê Tirkî nayê. Jiber vê yekê jî piranîya mirovan dolar û euro distînin. Mirov pêşîya xwe nabînin. Eger hilbijartinek pêk were ev nedîyarî dê ji holê rabe û ronîyek wê di dawîya tunelê xuya bike.”

Civîna ‘Faîzê’ îroye’

Hêjayî gotinê ye ku Banka Navendî ya Tirkîye dê îro biryara xwe ya faîzê eşkere bike. Li ser vê yekê jî Sonmez dibêje ew di wê baweriyê de ye ku faîz dê sabît were hiştin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘Hemû nîşane didin xuyakirin ku aboriya Tirkiyê her diçe xerabtir dibe’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *