Hevserokê HDP’ê Sancar: Tirkiye dixwaze desteftiyên Kurdan têk bibe

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar derbarê operasoyên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakûrê Sûriyeyê de got,”Armanca wan ew e ku Kurdan bêstatû bihêlin û destkeftiyên wan tune bikin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe ya li Meclisê de axivî. Sancar, bi bîranîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku hatibû qetilkirin, dest bi axaftina xwe kir. Sancar di vê derbarê de diyar kir ku ji bo girtin û darizandina kujerên Elçî heta niha jî tu pêşketin çênebûne û got ku divê ev cînayet di tariyê de nemîne.

Di berdewamiyê de Sancar, derbarê operasyonên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakûrê Suriyeyê de hin nirxandin kirin. Sancar amaje wê yekê kir ku du armancên sereke yên van operasyonan hene û wiha domand: “Hedefa wan a stratejîk ew e ku Kurdan bêstatû bihêlin û destkeftiyên wan tune bikin. Anku heman zîhniyeta klasîk ên desthilatdariyên berê tên ceribandin. Lewma jî di bingeha van operasyonan de, dijminatiya li dijî kurdan heye.  Heke em lîstikên vê desthilatdariyê teşhîr nekin, dê muxalefetê ji derveyî me jî tev li vê lîstikê bikin. Divê bikevin ferqa vê û rê li ber vê lîstikê bê girtin.

Her wiha Sancar, li ser operasyona muhtemel ya bejayî ya li hemberî Bakurê Suriyeyê de jî ev tişt bilêv kirin: “Qala operasyoneke bejahî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin. Hewl didin destûrê ji hêzên mezin bigirin. Hinek bazariyên cuda dikin. Armanc ew e ku ji hêlekî ve êrişî Kurdan û destkeftiyên wan bikin û ji hêla din ve jî siyasetê li gorî xwe dîzayn bikin.”  (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hevserokê HDP’ê Sancar: Tirkiye dixwaze desteftiyên Kurdan têk bibe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *