Hewara dayîka di ‘Avahiyên Kuveytê’ de dijî: Guh bidin dengê me

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê jinên ku di avahiyên piştî erdehejê hatine çêkirin de jiyan dikin û wisa hatine ji bîr kirin, dixwazin ku dengê wan bê bihistin. Yek ji van jinan Aslihan Kahraman, dibêje ku tekane daxwaza wê ew e ku di zivistanê de zarokên wê necemidin.

Wekî tevahiya Tirkiyeyê, li Wanê jî jin 25’ê Mijdarê di nava mercên zor û zehmet de pêşwazî dikin.

Li Wanê bo jinên ku di erdheja 2011’an de hevserê wan mirine ji aliyê Organîzasyona Alîkariya Îslamî ya Navnetewî (IICO) ya bi piştgiriya Kuveytê û Weqfa Alîkariyê ya Mirovîn ( ÎHH) ve bi navê ‘Avahiyên Kuveytê’ 62 avahî hatine çêkirin û ew li wir hatine bicihkirin. Lê jinên ku li vir jiyan dikin hewl didin ku di nava şert û mercên giran yên xerab de jiyana xwe berdewam bikin.

Hewara dayîka di ‘Avahiyên Kuveytê’ de dijî: Guh bidin dengê me - konut. 1024x576 1

Çîrokên jinên ku li vir dijîn dilsojin. Yek ji van jinan jî Aslihan Kahraman a 24 saliye. Kahraman ku 6 zarokên wê hene, beriya erdhejê li Wanê di kirê de jiyan dikir. Hevserê wê 10 sal beriya niha ji ber pencejêrê jiyana xwe ji dest daye. Ji wê demê vir ve Kahraman hewl dide ku zarokên xwe bi tenê serê xwe mezin bike. Meaşê wê yê jinebiyê ji biboneya ku keça wê di karekî sîgorte de dixebite hatiye betalkirin.

Hewara dayîka di ‘Avahiyên Kuveytê’ de dijî: Guh bidin dengê me - konut. 3 1024x576 1

Avahiyên wan bê gaza xwezayîne û ew amaje wê yekê dikin ku di mehên zivistanê de bona ku ji navendê gelek dûrin nikarin, pêdiviyên xwe pêk bînin.

Hemû serdanên wan bê encam mane

Kahraman, serpêhatiya xwe bi hêviya çareserkirina pirsgirêkên xwe ji Serhat Newsê re parve kir. Kahraman destnîşan kir ku zivistanê di van avahiyan de ji ber sir û seqemê ew gelek dicemidin. Wî di vê derbarê de wiha got, “Mala wan ava be, avahî dane me. Lê em nikarin avahiyên xwe germ bikin. Dema ku min nekarî ez biçim ji xwe re nanekî bistînim, ez ji avahiyan çi bikim?. Komirê ku dewletê daye me, pênakeve. Hemû serdanên me yên bo çareseriyê bê encam mane. Li vir nêzî 400 zarok hene. Tu wateya jiyana me tuneye.”

Hewara dayîka di ‘Avahiyên Kuveytê’ de dijî: Guh bidin dengê me - aslihan kahraman 1 1024x576 1

Zarokên wê nikarin biçin dibistanê

Kahraman, anî ziman ku ji ber pirsgirêkên aborî, wê nekariye her du zarokên xwe bişîne dibistanê û wiha domand: “Em li benda alîkariya dewletê de. Em jî dixwazin wekî mirovan jiyan bikin. Ew çewa qayîl dibin ku em di nava vê sarmayê de jiyan bikin. Tu ewlekariya me tuneye. Li vir dawî li pirsgirêkan nayê.”

Hewara dayîka di ‘Avahiyên Kuveytê’ de dijî: Guh bidin dengê me - konut. 10 1024x576 1

Herî dawî, Kahraman daxwaz kir ku xeta gaza xwezayî girêbidin avahiyên wan jî û wiha domand: “Em li vir hewl dikin xwe pê sobeya ceyranê germ bikin. Lê wê çaxê jî fatûreya ceyranê pir zêde tê. Lewra em nikarin sobeya ceyranê jî bikarbînin. Em hemû niha nexweş bûne. Ambûlans jî nayên vê derê. Em di nava gemarîyê de ne. ÎHH’ê avahî daye me, lê tabû nedaye. Lê tapû jî heme em dîsa germ nabin.”

Hewara dayîka di ‘Avahiyên Kuveytê’ de dijî: Guh bidin dengê me - konut. 4 1024x576 1

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hewara dayîka di ‘Avahiyên Kuveytê’ de dijî: Guh bidin dengê me

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *