Mehmet Gur nivîsî-Hinek leyîskên Kurdan ên kevnar

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Kerkê kerajoyê

Kerkê kerajoyê di navbera du tîman de tê leyîstîn. Divê her timek ji pênç kesan kêmtirîn nebe.  Ku leyîstok baş were fêhmkirin, em ê bikin du tim. Tima yekemîn û tima duyemîn. Leyîsvanên tima yekemîn dibin kerkê kerajoyê. Tima duyemîn dê paşve pê tîliyên xwe çavên leyîstvanê tima yekemîn hişk bigire.Qasî sê metreyan bajo, her metreyekê hevalê wî dipirse ‘kerkê kerajoyê kî ye te diajot.’ Sê caran dipirse. Heke leyîstvanî ji tîl, bizav û bêhna wî naskir pêşbirkê qezenc dike. Li pişta wî dê siwar be û li qada leyîstinê sê çerxan pê bavêje. Heke nezanî dê leyîstvanê tîma duyemîn li pîşta wî sîwar be û sê çerxan pê bavêje.

Çûkanê

Çûkanê leyîstoka zaroka ye. Zarokan ev leyîstoka dema ji ber bêr û karî dizivirin û hatin nav gund û zoman, bêhna xwe vedidan, nan dixwarin û li qada gundî kom dibûn. Dibûn du kom. Hejmar çi qas zêde bibe leyîstok ew qas xweş dibe. Komekê çavên xwe digirtin. Koma din diçû xwe vedişart. Yek ji komê dima zêrevanî li koma çavên xwe digirt dikir, ku çavên xwe venekin. Piştre komê di hejmart û yê zêrevanî dikir ji diçû. Kevirek diwarî dikir kevirê çûkanê. Dibêjin ‘pişta min û beriya min, rest û çepên min çûkanê ye’.  Koma çavên xwe digirt, kesek dihişt ber çûkê kevirî û lê zêrevanî dikir. Yên din ji diçûn kesên xwe veşartî digeriyan. Gava yek didît gazî dikir û navê wî dianî. Heta şev dereng me ev leyîstok dileyîst.

Mehmet Gur nivîsî-Hinek leyîskên Kurdan ên kevnar - Leystoken Kurdan Cukane

Holana gîxê

Hola gîxlê ji tatî tê çêkirin. Qada hola gîxê çargoşeyî tê çêkirin û bi keviran sinorên wê tên xuyakirin. Qasê deh metreyan fireh û deh metreyan jî dîrêje. Bi komî tê leyîstin. Her komek ji pênç kesan pêk tê. (hejmar tê zêdekirin). Komek diçe nav qada ku sinorên wê bikeviran hatiye diyarkirin. Koman din ji bi holê didane van. Heke hol bi yekê ket ew ji leyîskê derdikeve. Yên di nava qada leyîstokê ji dikarin holê bigirin û deynin yên koma ji derî qada leyîstokê de. Gava hol bi wan ji ketin, ew ji dişewitin û ji leyîskê derdikevin. Heta leyîstvan ên komekê xilas dibin.

Kêlanê

Kêlanê leyîstokeke kevran e û di navbera du koman de tê lîstin. Her aliyek pênç kevrên ferş çikilînin, li pîşt hevdu rêz dikin.  Navbeyna keviran divê du gavan ji hevdu dûr be. Leyîstvan ji rêzê ve van keviran armanc digirin. Endamêkî komê kevir tavê kêlê, ger wî kêl xist berdewam dike û hewl dide kêlên din jî bêxe jêr. Ger nekarî kêlê bike, vê car dor derbasî koma din dibe. Heke bi yek kevirî du kêl xistin divê bêje ‘ tûtûûû’ da serkeftina wî were pejirandin. Kî alî berî aliyên din kêlan bixê, ew serkeftiye û digehe armanca xwe.

Pîr pîrkê

Ev leyîstoke ji leyîstokên din cûda ye. Lewra di vê leyîstokê de çi komên li hember hev du nîn in.  Pîr di nava qadê de rûdine û gopalekê digire destê xwe. Hejmara leyîstvana nediyare. Leyîstvan li dora pîrkê wekî qazê dimeşin. Qederek xweş wisa dimeşin heta çongên wan diwestin û bi gazikirina pîrê re yek yek diçin ber destê pîrê. Leyîstvan dibêje ‘Pîrkê pîrkê ez hatim.’ Hedî hedî radibin û çongên xwe rast dikin. Heke deng ji çongên wan hat pîrkê lî wan nade, heke deng ji çongên wan neyê, pîrkê sê caran bi gopalî dideynine wan. 

Şeqanê

Ev leyîstoke bi holê tê leyîstên. Holê ji tatî û bi qumaşî çêdikin. Bi deh kesan  (hejmar tê zêdekirin) tê leyîstin. Dibin di komên û her komek pênc kesin. Qadekê ji bo şeqanê amade dikin. Darekê ji bo şeq lêdanê çêdikin. Qada şeqanê qasê 20 metreyan dîrêje. Kevirekê deynin serê qadê. Komek li şeqê dide û komek ji diçe nava qadê. Ji koma şeqanê yek kes diçe şeq lêdanê. Yek ji jî koma din tê û ji teniştê ve holê diavêje ber darê şeqvanî. Şeqvan gava li holê da hevalên wî li kêleka wî sekinîne. Gava şeq li holê da leyîstvanên hevalên wî yek yek direvin bo ser kevirê serê qadê. Leyîstvanên koma din ji dibezin holê ku ji hewa ve bigirin û didin pê kesê ku direve û holê dixwaze lê bide. Heke hol li leyîstvanî da ew ji keyîstokê derdikeve. Heke nikarî lê bide, xilas dibe û diçe ser kevirî. Ev ê leyîstokê wisa didominîn. Ev leyîstoka kurdan wekî Beyzbola Emerîka ye. Dibe ku Emerîkiyan ji kurdan girtibe. Lewra netewên Emerîkî qewmê ariyan pêk hatine. Çanda leyîstokên wan dibe wekî hev bin.

Mehmet Gur nivîsî-Hinek leyîskên Kurdan ên kevnar - Leystoken kurdan Seqane

Mîz Xesandin

Ev leyîstokê ji bo pêkenokê ez dinivîsîm. Berê wekî em li gundan me ev leyîstoke dileyîst. Berî leyîstokê em diçûn me zêde zêde av vedixwar. Em diçûn ser tehtekê. Hem diketin rêzê û hem jî yek û yek me dimîst ser mîza hevdû. Diviyabû mîza me ji ya yên din boriba. Heke neboriba wî pêşbirk qezenc nedikir û xelat dida yên din.

Biranê

Leyîstokeke parastin û êrîşê ye. Di vê leyîstokê de mirov hînî şer û parastinê dibe. Ji keviran kelekê çêdikin. Du kom dileyizin. Hejmara wan zêde be jî dibe. Komek  parastina kelê dikin. Li dor kelê zincireke parastinê ava dikin. Koma din êrîşî kelehî dike ku bistine. Divê yên êrîşê dibin ser kelê wê zincira parastinê derbas bibin. Gava derbasbûn divê destê xwe li pişta wan kesên dizincira parastinê de bidin. Gava destê xwe lêxist ew kes ji zincira parastinê derdikeve. Yên di rewşa parastinê de  ji dikarin êrîşî koma êrîşkaran bikin û destê xwe li pişta wan bidin û wan ji leyîstinê derbixin. Koma di rewşa êrîşê de dixwaze kelehê hilwîşine. Lê gava xwe avêt pişt zincira parastinê heke piyê xwe li kelehê bixe, leyîstok xilas dibe. Vêca heke hêj piyê xwe li kelehê nexisti be, leyîstvanê koma din destê xwe li piştê bixwe wê çaxê ew leyîstvan dişewite.

 Hêkilo mêkilo

Ev leyîstokek pir cudaye. Ev leyîstika zaroka ne. Çar zarok li hev dicivin û herdu destên xwe didanin ser erdî. Yek ji destekê didane erdî û bi destê din dihejmêrê. Ne bi reqema bi gotinên henekî dihejmêrê. Wekî çîvanokê dûbare dikin. Hêklo mêklo çarim çêklo Hestîyê kewê li bin kewê

Kew firî mam gurî, hat li ser vir darî. Bi vî awayî dûbare dikin. Li kîjanê bikeve hejmar, qûnçirkekê li pişta destê wî didin. Bi vî awayî ji tê gotin. ”Hêklo mêklo çarim çêklo hestiyê kewê ber kewê, qangirî mangirî, firî hat ser vê darî”

Mehmet Gur

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mehmet Gur nivîsî-Hinek leyîskên Kurdan ên kevnar

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *