Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi rêya Atolyeya Çand û Hunerên Destî, hunera sewadê ya Ûrartûyan digihîne jinan. Bi saya atolyeya ku li gorî daxwazên jinan di rojên pêş de tê plankirin ku were vekirin, mebest dike ku vê hunera dîrokî veguhêze nifşên nû. Her wiha, jin dê di atolyeyê de derfeta firotina berhemên ku hilberînin jî bibînin.
Hunera sewadê a Wanê ya ku paytexta Ûrartûyan bû û bi sedsalan malavaniya gelek şaristaniyan kir, bi xebata jinan careke din vedije. Ev hunera kevneşopî ya ku bi neqişandina nexşên reş li ser motîfên ku zîv tên kolan tê çêkirin, dê di nav Atolyeya Çand û Hunerên Destî de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtikayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin ve hatiye amadekirin, dîsa were berhemanîn. Avakirina atolyeyê, li taxa Seyît Fehîm Arvasî ya girêdayî navçeya Îpekyoluyê li gorî daxwazên jinan dest pê kir.
Derfeta dahata aborî ji jinan re
Atolyeya ku di rojên pêş de vekirina wê tê plankirin, ji aliyê Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Neslîhan Şedal, Hevşaredara Şaredariya Îpekyoluyê Canan Uzunay, Hevaxêvera Koma Meclisê a Şaredariya Bajarê Mezin Leyla Çelîk û Seroka Daîreya Polîtikayên Jinê Refîka Sonmez ve li cih hat vekolîn. Di atolyeyê de ku di warê şixûlandina jinan de gaveke girîng e, ne tenê hunera sewad her wiha perwerdehiya tevnkariya xalîçeyên kevneşopî jî dê were dayîn.
Serokatiya Daîreya Polîtikayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin, armanc dike ku vê hunera ku ber bi wendabûnê ve diçe bi berhemên ku jin dê çêkin vejîne û derfeta firotinê pêşkêşî wan bike. Bi vî awayî, jin dê derfeta veguherîna hunera xwe ya aborî bi dest bixin.
Jin dê bikaribin sêwirandinên xwe jî çêbikin
Hunera kevneşopî ya sewadê, di demekê de ku li bajêr tenê di çend atolyeyên biçûk de û bi piranî jî ji aliyê hosteyên mêr ve tên berhemanîn, bi vê projeyê ve jin jî dê tevlî vê hunerê bibin. Hunera sewadê ku heya niha li gustîlk, gerdenî, vazo, qawîş, navdank û bazin hatiye sepandin, dê bi nerîn û afiranderiya jinan ve bigihêje sêwirandinên nû. Bi saya atolyeyê, gaveke girîng dê were avêtin ji bo veguhastina vê hunera kevneşopî ya ku ber bi jibîrkirinê ve diçe, ji nifşên nû re.
Serhat News