Hunermend Ehmed wêneya Makbûle Ozerê xêz kir; Çîroka gelê xwe bi cîhanê bidin nasîn

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hunermend Luqman Ehmed ku wêneya Makbûle Ozerê xêz kiriye, diyar kir, “Huner ne tenê ji bo gelerî û salona ye, ew dev û zimanê xelkê û mirova ye. Û divê em jî wek hunermendên Kurd, çîroka gelê xwe jibîr nekin û derbasî berhemên xwe bikin û wan bi cîhanê bidin nasîn.”

Di 9’ê Gulanê de, li navçeya Artemêt ya Wanê Makbule Ozer a 80 salî bi îdiaya ‘Alîkarî û piştgirî daye rêxistinê’ hatibû girtin. Makbule Ozer di 7’ê Îlonê hat berdan û li ber girtîgehê bi kulîlkan hat pêşwazîkirin.

Piştî serbestberdana Ozerê, Hunermendê Kurd Luqman Ehmed ku li bajarê Washinton a Amerîkayê dijî,  ew wêneya Ozerê ku li ber girtîgehê destê wê de gul hebû, xêz kir.

Ev resma, hanê ku ji destê hunermend Ehmed derketibû, di nava demek kin de li ser tora medya civakî belav bû û rastî eleqeyek pir mezin hat.

Hunermend Ehmed, ku pirsên me yên derbarê mijarê de, bersivandin, destnîşan dike ku pêwîst e hunermend piştgirî bidin doza xelkê xwe û wiha domand: “Ji ber ku ez dibînim ew erkeke ser milê hunermend û rewşenbîrên Kurd ku girdayî civata Kurdî bin, û bi her awayek piştgiriya doza xelkê xwe bikin wek doza dayika Mekbûla. Huner bi, hest û bûyerên xelkê, dike berhemek hunerî û dide pêş her kesekî da ku balê bikşîne û bêtir bê naskirin.”

<strong>Hunermend Ehmed wêneya Makbûle Ozerê xêz kir; Çîroka gelê xwe bi cîhanê bidin nasîn</strong> - Luqman Ehmed
Luqman Ehmed

‘Ez ji welatê xwe dûrjîbim hestên xwe tînim ziman’

Ehmed, amaje wê yekê dike ku jinek bi vî temenî û nexweş têkeve zindanê, ew tişt li dijî maf û yasayên mirovatiyê ye û wiha got: “Tenê ji ber ku Kurd e ew neheqî û bêrêzî lê bûye, wekî din tiştek tuneye. Pir zora min çû, min got tevî ez dûrim ji welêt, lê ez hestên xwe bi vê wêneyê bînim ziman. Huner ne tenê ji bo galerî û salona ye, ew dev û zimanê xelkê û mirova ye, û divê em jî wek hunermendên Kurd çîroka xelkê xwe jibîr nekin û derbasî berhemên xwe bikin û wan bi cîhanê bidin nasîn.”

Luqman Ehmed Kiye?

Di sala 1972’an de li bajarê Dirbêsiyê li Bakurê Suriyê ji dayik bûye. Ji zaroktiyê ve mijûlî hunerê bûye û bi kedek takekesî fêrî teknîk, zanîn û dîroka hunerê bûye. Ji sala 2010’an ve li Amerîka dijît û xebatên xwe yên hunerî berdewam dike. Li Bakurê Suriyê, Herema Kurdistan, Suriye, Tirkiyê û çend welatên Ewropa û Amerîkayê beşadarî gelek pêşangehên hunerî bûye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hunermend Ehmed wêneya Makbûle Ozerê xêz kir; Çîroka gelê xwe bi cîhanê bidin nasîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *