Hunermendeke deng zîz: Hasret Tok

featured
Hunermend Hasret Tok
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hunermend Hasret Tok ku li Wanê stranên Kurdî distêre li bendê ye ku bê keşfkirin.

https://www.youtube.com/watch?v=EDzyfXNqrHs&t=8s

Gelek stranbêjên Kurdî li bendê ne ku bêne keşfkirin. Yek ji van hunermendan jî stranbêj Hasret Tok e. Tok li Wanê jiyan dike û bi taybet stranên wê yên Kurdî rastî eleqeyek baş tê. Ev demeke Tok li bajêr tevli gelek bernameyan dibe û ji aliyê gelek kesan ve tê ecibandin. Tok herî dawî dest bi çêkirina klîban xwe ya bi navê ‘Oy Qederê’ kiriye.

Hunermendeke deng zîz: Hasret Tok - sanatci hasret tok 2 768x1024 1
Hasret Tok

Tok a di zarokatiya xwe de dest bi mûzîkê kiriye destnîşan dike ku di vê pêvajoyê de rastî gelek zor û zehmetiyan hatiye û daxwaz dike ku ji hunermendên jin re piştgirî were dayîn.

Ew diyar dike di destpêkê de li dehwetan dest bi stranbêjiyê kiriye û wiha axivî: “Ez niha 26 salî me. Ev 13 sale ez karê mûzîkê dikim. Wê çaxê ez zarok bûm. Li dehwetekî ciranên me de ba min kirin ku ez stranan bêjim. Lewra hemû kesî baş dizanî dengê min xweş e. Ez çûm min li wê derê stranek got. Pişt re jî wisa dewam kir.

Tok, derbirî ku armanca wê ew e ku di warê mûzîkê de xwe pêşve bibe û wiha domand: “Ez karê xwe bi avayekî profesyonelî didomînim. Daxwaza min ew e ku piştgirî zêdetir ji hunermendên jinre bê dayin. Bi vê sedemê ez hêvîdarim ku bême cihekî baştirîn.”

Hunermendeke deng zîz: Hasret Tok - sanatci hasret tok 3 2

Tok her wiha qala xebatên xwe jî kir û wiha got, “Herî dawî ez çûm Stenbolê û min klîba xwe kişand. Lê ew rastî erdhejê hat. Min di nava rondikan de klîba xwe qedand. Ji ber wê jî klîbeke hestewar derket holê.”

Nûçe/vîdeo/montaj: Serhat Ece û Baran Tarhan

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hunermendeke deng zîz: Hasret Tok

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *