Îdîaya Gençlerbîrlîgîsporê girêbesta futbolîstê Kurd betal kir

featured
WÊNE: AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hate îdîakirin ku tîma Gençlerbîrlîgîsporê, girêbesta futbolîstê Kurd Rodîn Cem Deprem, ji ber ku ew Kurd e betal kiriye.

Gençlerbîrlîgîsporê, du roj beriya niha bi futbolîstê Kurd Rodîn Cem Deprem ku beriya niha di Tîma Dalkurdê de dilîst, transfer kir. Piştî îmzekirina girêbestê Rodîn Cem Deprem rojekî jî tevî tîmê derket antremanê. Lê li gor îdîayan, piştî ku rêveberiya Gençlerbirligî zaniye Deprem Kurd e, girêbesta wî betal kiriye.

Tîma Gençlerbîrlîgîsporê têkildarî mijarê li ser hesabê xwe ya Twitterê peyamek belav kir û got, “Me doh ji raya giştî re ragihandibû ku me bi Rodin Cem Deprem re li hev kiriye, lê ji ber em bo dema girêbestê pêk nehatin, me bi lîstikvan re bi awayekî du alî girêbesta xwe betal kir.”

‘Tekane hincet Kurdbûna wî ye’

Li gel vê yekê, endamekî Kongreya Gençlerbîrlîgîsporê ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin, ji Bianetê re gotiye: “Tekane hinceta ku girêbesta Rodîn Cem Deprem hat betalkirin, Kurdbûna wî ye û ji ber pêştir di tîma Dalkurdê de lîstiye.”

Ew endamê kongreyê destnîşan dike ku, Gençlerbîrlîgîsporê piştî ku fêr bû Rodîn Cem Deprem Kurd e û tevî hin lêkolînan derket holê ku di Dalkurdê de lîstiye, biryar da girêbestê betal bike.

‘Dalkurd Tîmeke terorîst e’

Di berdewamiyê de wî wiha gotiye, “Hesaba fermî ya Twitterê ya Gençlerbîrlîgî tweetek parve kir, ‘Bi Rubin Cem Deprem re girêbest hat îmzekirin’, lê navê lîstikvan xelet nivîsandin. Me got navê lîstikvan xelet e, wan ev twît jêbir. Piştre wêneyê îmzekirina girêbestê hat parvekirin, di wêneyê de Serokê Gençlerbîrlîgî pir aciz bû.

Li ser medyaya civakî gelek bertekên wek ‘ev zilam di Dalkurdê de lîstiye, ew tîmeke terorîst e te çima kirî’ hatin kirin. Hat îdiakirin Dalkurd ku di lîga sêyemîn a Swêdê de dilîze, tîmeke terorîst e.”

‘Amedsporê jî ew daxwaz kiriye’

Endamê Kongreyê berdewamî wiha diyar dike, “Dema ku klûbê lêkolînek din kir, hîn bûn ku Amedsporê mehek berê fitbolîst dixwest, lê nekarîn li hev bikin. Dema Dalkurd û Amedspor lê zêde bûn nîqaş dest pê kirin. Rêveberiyê, ji ber ku Dalkurd logoyeke dişibihe Ala Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikar aniye û fikarên ji ber bertekan girêbest betal kiriye.

Li ser reaksiyonê, ew dibêjin ku peyman ji ber şert û mercên aborî hate betalkirin, lê ev tam tehlîlek e, ev lîstikvan nehat ceribandin, ew çû perwerdeyê. Wek lîstikvan hat wergirtin lê dema hat hînbûn ku ew Kurd e, ji ber hincetên wek berteka alîgiran girêbesta wî betal kirin.”

‘Me nexwest em siberoja wî reş bikin’

Serokê Kulûba Gençlerbîrlîgîsporê Niyazî Akdaş jî ji Bianetê re got ku îdia ne rast in û wan û Rodîn Cem Deprem li hev kiriye û peyman betal kiriye: “Me weke santrafor pê re Peyman îmze kir paşê me got em siberoja wî reş nekin, me got bila heyf nebe.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îdîaya Gençlerbîrlîgîsporê girêbesta futbolîstê Kurd betal kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *