Îdîaya ji ber lîstika Mem û Zîn midûrê şanoya bajar yê ÎBB’ê ji kar hatiye derxistin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hate îdîakirin ku Midûrê Şanoya Bajêr yê Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê (ÎBB) Mehmet Ergen ji ber lîstika Mem û Zîn ji peywirê hatiye girtin

Li gor nûçeya Gazete Duvarê hate îdîakirin ku biboneya ku lîstika Mem û Zînê ‘Erê kiriye’ Midûrê Hunera Giştî yê Şanoya Bajêr yê ÎBB’ê Mehmet Ergen ji kar hatiye derxistin. Hat gotin ku piştî Ergen ji karê xwe hatî derxistin li ser lîstikê ambargo hatiye danîn.

Nivîskarê lîstikê Cuma Boynukara di di îlona 2021an  de serî li Şanoyên Bajarê Stenbolê dabû.

Piştî mehekê di Mehmet Ergen, Cuma Boynukara û Hunermendê Şanoyê Ayşe Emel Mesçî hatin cem hev, di civîna erênî de, kasta bingehîn hate avakirin.

Lîstika pêşiyê hatibû qebûlkirin, piştî Mehmet Ergen ji kar hatî avêtin, neket repertuwarê.

ÎBB’ê sedema ku lîstik di çima repertuwarê de cih negirtiye eşkere nekiririye. (Botan Times)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îdîaya ji ber lîstika Mem û Zîn midûrê şanoya bajar yê ÎBB’ê ji kar hatiye derxistin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *