Îmamoglu dest bi gerê dike: Dê biçe Colemêrg û Dêrsîm jî

featured
Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu wê biçe serdana zêdetirê 15 bajaran. Li gor zanyariyan di nava van bajaran de Colemêrg û Dêrsim jî hene.

Li gor nûçeya Rûdawê, Serokê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglu xwe ji bo gereke ku zêdetirê 15 bajar di nav de ne, amade dike.

Hat ragihandin ku Îmamaglu di gera xwe de dê biçe serdana şaredariyên ku ligel Şeredariya Stenborê bûne bira. Îmamoglu, di van serdanan de dê tevli merasîma vekirina hin projeyên ku bi piştgiriya Şaredariya Stenbolê hatine çêkirin, bibe.

Her wiha Îmamoglu li van deveran dê biçe serdana dikandar û welatiyan jî.

Hat hînbûn ku Îmamoglu dê biçe serdana bajarên Dêrsim û Colemêrgê jî û li van bajaran serdana gel bike.

Weke tê zanîn, Ekrem Îmamoglu di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019’an de bi piştevaniya dengên HDP’ê û Kurdan li Stenbolê wek şaredar hatibû hilbijartin.

 Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îmamoglu dest bi gerê dike: Dê biçe Colemêrg û Dêrsîm jî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *