Îranê kolberek din qetil kiriye

featured
Wênê Hengaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku li bajarê Baneyê yê Îranê kolberek ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye kuştin.

Li gor agahiyên ji navenda mafê mirova a Hengawê hatine wergirtin, hêzên Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve li ser sînorê Îran û Herema Kurdistana Federal a Iraqê êrîşek birine ser komeke kolberên Kurd.

Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de welatiyek bi navê Hejar Ferecî yê 29 salî ji gundê  Zerbaneh a bi ser bajarê Banê jiyana xwe ji dest daye.

Hat hînbûn ku cenazeyê Ferecî li gundê Zerbanehê hate definkirin.

Hêjayî gotinê ku li gor daneyên ji aliyê Hengawê ve hatine tomarkirin, di nava 6 mehên dawî de li Îranê herî kêm 6 kolber di encama êrîşên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îranê kolberek din qetil kiriye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *