Japonya cara yekan benabertiya Kurdekî qebûl dike

featured
Alaya Japonyayê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku Kurdekî 30 salî ku welatiyê Tirkiyeyê ye, li Japonyayê caran yekan mafê penaberiyê wergirtiye.

Kurdekî ji Tirkiyeyê bi hinceta li vî welatî rastî cudakarî û zilmê tê  8 sal berê bo mafê penabertiyê werbigire serlêdan dikirin û her carê ev serlêdanên wî dihatin redkirin. Hat destnîşankirin, ev kesê welatiyê Tirkiyeye di serlêdana dawî de mafê penaberîyê wergirtiye.

Tê gotin, Japonyayê heta niha ev mafe nedaye ti Kurdekî ku li wî welatî dijî.

Li gor rojnameya The Asahi Shimbunê ragihandinye,  Parêzerê wî Kurdî Koji Yamada derbarê rewşa miweqîlê xwe hin agahî parve kirine û dibêje ku Daîreya Karûbarên Koçberiyê ya Herêma Sapporo bi biryara 28’ê Tîrmehê Kurdekî ku welatiyê Tirkiyeyê ye weke penaber nas kiriye.

Ev benaberê Kurd jî bi rêya parêzerê xwe daxuyandiye, “Di vê têkoşîna dirêj de min hema hema hemû hêza xwe qedand, lê baweriya min a bi edalet û hiqûqê dewam kir.”

Têkoşîna hiquqî ya 8 salan

Penaberê Kurd di Sibata 2014’an de çûbû Japonyayê. Di Nîsana 2014 û 2018an de bi sedema ku ‘Kurd li Tirkiyeyê rastî zilmê tên’ ji bo penaberîyê serlêdan kiribû û herdu serlêdanên wî nehatibû qrbûlkirin.

Di sala 2019’an de ji bo betalkirina biryarê doz vekiribû. Tevî ku Dadgeha Herêmî ya Sapporo doz betal kir jî, Dadgeha Bilind a Sapporoyê di meha Gulanê de biryar daye ku “Şandina kesê ku tê îdiakirin ji aliyê leşkeran û yên din ve hatiye îşkencekirin, dibeku bona ku alîkariya erzaq daye endamên komên cudaxwaz ên li Tirkiyê dê metirsiya zilmê li ser durist bike”. Ji ber ku Tokyo îtîraz nekir, biryar hatiye qebûlkirin.

Li Japonyayê di sala 2021an de tenê 74 biyanî weke penaber hatine qebûlkirin. Tê pêşbînîkirin ku li wî welatî 2 hezar Kurd dijîn. Lê belê ji wan heta niha yek kesî mafê penabertiyê bidest xistiye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Japonya cara yekan benabertiya Kurdekî qebûl dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *