Ji 47 kesên li Amedê hatibûn desteserkirin 9 kes hatin berdan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Amedê ji 47 kesên ku di dema çalakiyan protestokirina operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakûrê Sûriyeyê de hatibûn desterkirin 9 kes serbest hatin berdan. Kar û barên îfadegirtina kesên din jî hêj li midûriyeta ewlekariyê berdewam dike.

Di 21’ê Mijdarê de li Amedê biboneya şermezarkirina operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakurê Suriye û Herema Kurdistana Federal a Iraqê çalakiyek hatibû lidarxistin û di çalakiyê de 47 kes hatibûn desteserkirin.

Ji van kesan Hevserokê MEBYA-DER’ê Şehmûs Karadag, Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî, Sema Koç, ji TUM-BEL-SEN’ê Nîhal Yanik, Hatîce Guneş, Hasîbe Yazdik, Sedat Yîgît, Halîs Tekîn û kesekê ku navê wî nehat zanîn, piştî kar û barên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Ewlekariya Amedê hatin berdan.

Kar û barên îfadegirtinê yên Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan, Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez, Resûl Sadak, Yuksel Çelîk, Nûsret Çakmak, Mehmet Guzel, Şeyhmûs Yavuz, Ahmet Mala, Adem Fîtîl, Adem Bayrak, Alî Aksoy, Ferît Dogru, endamên Egîtîm Senê, Hatîce Efe, Recep Şîmşek, Halîs Kizilirmak, Ozgur Koroglû, Serhat Kiliç, Welat Kaya, Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê Emîne Akşahîn û Hevserokê Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Senê Hasan Çitrik, Hevserokê Şaxa MO’yê ya Amedê Şerefhan Aydin, Ejder Akcan,  Cahîde Harputlu, ji Şaxa Odeya Mişawirên Darayî ya Amedê Abdulkadîr Olgun, Mahmut Bora, Mehmet Can, Mehmet Balkaş, Sema Koç, Ji Tarim-Orkam Sen’ê Nasir Demîrkiran, Serokê TÎP’a Amedê Salîh Sari, Furkan Erdogan û endamê SKM MYK’ê Satiye Okê yên li midûriyeta ewlekariyê berdewam e. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji 47 kesên li Amedê hatibûn desteserkirin 9 kes hatin berdan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *