Ji ber sir û seqemê li Efxanîstanê 70 kes mirine

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Efxanîstanê ji 10’ê Çileyî vir ve ji ber sir û seqemê ku li welat bibandore, herî kêm 70 welatiyan jiyana xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karesatên Xwezayî ya Hikûmeta Demkî ya Talîbanê ji ber xirabbûna rewşa zivistanê ya li Efxanîstanê di 9 rojên dawî de herî kêm 70 kes mirine.

Rêvebirê Navenda Operasyonên Lezgîn a Karesatên Xwezayî yê Dewletê Mewlewî Abdullah Muhammedî wiha gotiye: “Li gorî daneyên destpêkê li Badgis, Gaznî, Nimruz, Paktîka, Herat, Qendehar û Faryabê ji ber barîna berfê û hewaya sar 70 kes mirine.”

Her weha Muhammedî diyar kiriye ku li welêt 70 hezar ajal jî ji ber hewaya sar telef bûne. (Bîanet Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji ber sir û seqemê li Efxanîstanê 70 kes mirine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *