Ji malbata xwe 3 kes kuştin û pişt re întixar kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Gumgumê (Mereş) kesekî, dayîk, du xwîşk /birayên xwe kuşt û dû re întixar kir.

Li gor agahiyan, bûyerê li taxa Onsen ya bi ser Gumgumê rû da. Ciwanê bi navê B.O. ê 22 salî, ji ber sedemekî ne dîyar xwest li ser banê mala xwe bi kêrê zirar bide  xwe. Lê ev hewla wî ji aliyê bavê wî yê polîs ve hate astengkirin.

Piştî demekê vê carê B.O. bi demanceya bavê xwe gule barandin ser malbatê û pişt re jî dawî li jiyana xwe anî.

Di encama êrîşê de dayîk û du xwîşk/birayên O. Li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û bavê wî jî bi giranî birîndar bû.

Dema ku bûher hate bihistin, gelek tîmên hewarçûyînê û yên ewlekariyê gihişitin cihê bûyerê û bavê wî veguhestin nexweşxaneyê.

Had zanîn ku cenazeyê qurbaniyan bo otopsiyê rakirine morga Nexweşxaneya Gumgumê.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji malbata xwe 3 kes kuştin û pişt re întixar kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *