Ji Navenda Çandê ya Ankayê bo ‘Mexdûrên erdhejê’ konsera piştevaniyê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Navenda Çand û Hunerê ya Ankayê wê di 19’ê Adarê bi armanca piştevaniya mexdûrên erdhejê tevî 32 kedkarên sehneyê konserekî saz bike. Hate diyarkirin ku hemû dahatiya konserê dê ji mexdûrên erdhejê re bê şandin.

Li Mereşê di 6’ê Sibatê de du erdhejên bi mezinahî 7,7 û 7,6 çûbûbûn û li 11 bajaran bûbû sedema wêraniyek mezin. Di encama van erdhejan de 48 hezar û 448 kesan jiyana xwe ji dest da.

Piştî erdhejê li Wanê bi armanca piştevaniyê gelek çalakî hatin lidarxistin Navenda Çand û Hunerê ya Ankayê ku li Wanê avaye, bi vê armancê biryar da ku tevî 32 kekdarên sehneyê wê konserekî saz bike. Konser dê li Salona Dahwetê ya Vîlla Park a li Kolana Hunerê di 19’ê Adarê saet 19:30’an de bê lidarxistin. Serokê Desteya Rêveber a Navenda Çand û Hunerê ya Ankayê Necdet Bayat, diyar kir ku divê welatiyên li herêmên erdhejê jiyan dikin neyên ji bîr kirin û ji bo wan çalakiyên piştevaniyê bêne sazkirin.

Ji Navenda Çandê ya Ankayê bo ‘Mexdûrên erdhejê’ konsera piştevaniyê - anka kultur ve sanat merkezi 4 1024x576 1
Necdet Bayat

Bayat, got ku ji ber erdhejê êşên gelek giran hatine jiyandin û wiha pêde çû: “Em ji roja ewil ve li herêmên erdhejê bo ku bibin perçeyeke mirovahiyê di nava xebatan de bûn. Em hem tevli xebatên rakirina enkazan bûn û hem jî xebatên din. Me kampanyayeke berhevkirina xurekan jî pêk anî. Bi taybet li Hatayê, em niha li wir konên hunerê vedidin. Herî dawî li Wanê li gel kedkarên sehneyê em hewl didin konserekî saz bikin.”

Bayat, got ku di konên hunerê yên Ankayê de ku li herêma erdhejê hatine vedan, ji bo zarokan xebatên çandî û hunerî dimeşînin û got, “Me bo van konan hin lîsteyên pêdiviyan dîyar kirine. Em li bendêne ku gelê me di vî warî de piştgiriyê bide me.”

Bayat herî dawî bang li hemû welatiyan kir ku bo piştevaniyê tevli konserê bibin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Navenda Çandê ya Ankayê bo ‘Mexdûrên erdhejê’ konsera piştevaniyê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *