Ji Pink Floydê bo çalakiyên li Îranê piştgirî

featured
Solistê Ping Floydê Roger Waters
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Solîstê Koma Muzîkê ya Pînk Floydê, Roger Waters, bi ser hesaba xwe ya medya civakî peyamek weşand û piştgirî da çalakiyên şermezarkirinê yên bo jina Kurd Jîna Mahsa Amînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Solîstê Koma Muzîkê ya nav û deng Pînk Floydê, Roger Waters, derbarê kuştina Jîna Mehsa Amînê de ku li Îranê ji aliyê ‘Polîsê Exlaqê’ yê rejîma îslamî ve hatibû qetilkirin, videoyek weşandiye.

Waters, di videoya xwe de dîmeneke ji çalakiyên Îranê parve kirîye û dibêje, “Di danê sibehê de ji bo ku hîn bibim bê ka li Îranê çi diqewime, min li înternetê dinihêrt. Li rastî kurtefîlmekî hatim ku komeke mirovan tê de bûn. Di vir de mirov posteran dişewitînin. Jin û ciwan di çalakiyên xwe de pora xwe jê dikin.”

‘Amînî bû sembolek’

 Di berdewamiya peyama xwe ya bi rêya vîdeoyê de Waters balkişand ser çalakiyên li Îranê têne kirin û wiha domand: “Di konsera San Francisco’yê de jineke ciwan wêneyê Amînî rakir. Hemû kes dizane bê ka ev jina ciwan kî ye. Ev jin Jîna Mahsa Amînî ye ku 10 roj berê ji hêla ‘polîsên exlaqê’ yên rejîma Îranê ve bi lêdanê hat kuştin. Amînî bû sembolek. Ji ber kuştina wê, li Îranê çalakî tên lidarxistin. Ez jî piştgiriyê didim van çalakiyan. Divê hemû kes piştgiriyê bide”

‘Mafê mirovan heye ku dengê xwe derxînin’

Di dawiyê de Waters ev tişt anîne ziman: “Li Îranê pergaleke polîtîk a ecêb heye Ez hemû kesî wekî hev nahesibînim û nabêjim hemû kesên li wir wekî hev in. Lê belê rêbereke olî li ser navê her kesî biryarê dide û ev pergala zîhniyetê êdî modêya wê derbas bûye û aydê serdema arkaîk e. Duh bi şev komeke ji pênc şeşan a Îranî li pêş bû. Diqîriyan û digotin piştgiriyê didin çalakiyan. Divê Îran van mirovan guhdar bike. Ez bi dîtina vî posterî di konserê de gelek keyfxweş bûm. Ez piştgiriyê didim kesên ev poster vekirin û yên li Tehranê tev li çalakiyan dibin. Neçarin ku dengê van mirovan bibihîzin. Tu nikarî ji kesekî re bibêjî bê ka dê cil û bergên çawa li xwe bike. Em ne di sedsala 11-12’êmîn de lê di sedsala 21’emîn de ne. Mafê mirovan heye ku dengê xwe derxînin û azad bijîn. Me tu ji bîr nekirî Mahsa û dê ji bîr nekin jî. Me çawa ku Nîda Aga-Sultan ji bîr nekiribe, dê te jî ji bîr nekin. Di vê sersibeha tarî de ez dikarim van bibêjim.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Pink Floydê bo çalakiyên li Îranê piştgirî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *