Ji rewşenbîran bo muxalefetê: Nebin hevparê vî sûcî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di nav de rewşenbîr, akademisyen, rojnameger, nivîskar û lîstikvan jî  heyî 308 kesan li hemberî operasyona muhtemel ya Tirkiyê bo Bakûrê Suriyê danezanek weşandin. Di danezanê de ev bang li muxalefetê tê kirin : “Ji bilî desthilatdarî tu kesek ji vî şerî sûd nagire. Nebin şirîkên vî sûcî.”

De demek ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan gefên xwe yên li ser Bakûrê Suriyê zêde dike de, komek akademisyen, nivîskar, lîstikvan û rojnameger jî di nav de 308 rewşenbîran li hemberî operasyonê danezanek hevpar weşandin û bang li muxalefetê kirin.

Li gor nûçeya Bianet Kurdî, Rewşenbîran di daxuyaniya hevpar de hat bibîr xistin ku amedekariyên operasyonekê tê kirin û wiha hat gotin: “Tê gotin ku niha jî amadekariya operasyoneke leşkerî ya li dijî Bakurê Sûriyeyê dikin. Tu sedemeke rewa ya vê tevgerê/şer nîne. ‘Dijminê ku li Sûriyeyê gefê li welatê me dixwe’, tenê hinceteke koalîsyona desthilatdariyê ye. Li wir miletek heye ku xaka wan hatiye dagirkirin, ji bo parastina gelên xwe, hebûna xwe û pergala xwe têdikoşin û di vê têkoşînê de jî tên kuştin, dikujin, êşên mezin û wêraniyeke mezin dijîn.”

‘Tenê kêrî karê desthilatê tê’

Di berdewamiya danezandê de hate diyar kirin ku ji bilî bilî desthilatdarî û şirîkên wê, berjewendiyên tu derdoreke din di vê operasyonê de nîne û wiha hat berdewam kirin: “Zarokên me ne ji bo parastina welatê me lê ji bo mayîndebûna desthilatdariyê dimirin û ev şer ziyaneke mezin digihîne 84 milyon welatiyan. Di serdemekî ku bi milyon kes di sînorê birçîtiyê de ne; ji perwerdeyê heta ji ked û tenduristiyê di her alî de pirsgirêkên mezin tên jiyîn û di rewşeke wiha de lêçûnên pir mezin bo çekan û şer tên xerckirin. Ev jî bandoreke neyînî li jiyana 84 milyonan kesan dike. Ji wê hêj wêdetir, pêşeroja me dîl digire û hêviyên me dikuje. Ne tenê zarokên me jiyana xwe ji dest didin, pêşeroja wan jî tarî dibe.”

Ban ji bo maseye 6 alî

Di dawiyê de bang li maseya 6 alî ya muxalefetê hate kirin û ev tişt hate gotin: “Heta niha jî ji maseya 6 alî dengekî xurt derneketiye. Me heta niha jî nedîtiye ku we bi dengekî bilind ji şer re gotibe ‘Na.’ Heke hûn dengê xwe ji siyaseta şerxwaz a desthilatdariyê nekin, dê bibin şirîkên sûcên li dijî gelê me û mirovahiyê û xwîna tê rijandin. Nebin şirîkên tu sûcên vê desthilatdariyê, bi taybet jî şer. Dibe ku hûn ji tawanên weke xayîn, terorîst, alîgirên PKK’ê û hwd. tirsiya bin û hûn tirsiyan ku dengên we kêm bibin. Di halê hazir de bêdengiya we tenê bi kêrî tifaqa Erdogan-Bahçelî hat. Em dixwazin ku hûn dawî li vê bêdengiya xwe bînin û li dijî şerê li Sûriye û Iraqê tê kirin, li dijî îlhaqkirinê dengê xwe bilind bikin û bi aşkere û bi wêrekî bibêjin ji şer re na.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji rewşenbîran bo muxalefetê: Nebin hevparê vî sûcî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *