Ji Weşanxaneya Nûbiharê du pirtûkên nû

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka Mela Ehmedê Palo ya bi navê ‘Civîna Nemiran’ û ya Mihyedînê Mihemedê Remo a bi navê ‘Gotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan’ çap kiriye.

Pirtûka ‘Civîna Nemiran’ ku ji aliyê Mela Ehmedê Palo ve hatiye nivîsîn ji du cîldan pêktê. Di cîlda yekemîn de Palo dike ku lehengên Kurd ên dîrokî bi teknîkên monolog ên navxweyî, bi heman rengî kesayetên bi navên sembolîk bide axaftin. Di cilda duyem de jî şairên Kurd ên serdema klasîk li dor çarçoveya mantiq û honandineke şanoyî dide axaftin û rêça dîrokî ya têkoşîna Kurd bi awayekî serkeftî tîne zimên.

Pirtuka duyem ya aliyê weşanxaneyê ve hatiye çapkirin jî ‘Gotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan’ ya nivîskar Mihyedînê Mihemedê Remo ye.

Mihemedê Remo di vê pirtûkê de, li ser vegotin û devoka Torê pir bi hûrgilî rawestiyaye û heta jê hatî jî zimanekî herikbar bi kar aniye. Remo, bi xwe di nav gelê herêma xwe Torê de rabûye û çanda herêmê jî baş dizane. Bi saya vê yekê jî taybetiya xebatê ya ku, çîrok û çîvanokên herêmê, gotinên pêşiyan ên herêmê piştrast dikin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Weşanxaneya Nûbiharê du pirtûkên nû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *