Ji Weşanxaneya Nûbiharê sê berhemên nû

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Weşanxaneya Nûbiharê yek jê roman û du jî çîrok, sê pirtûkên nû çap kirine.

Pirtûka çîrokan ya bi navê “Zarokên li ber tev mehfûrê” bo zarokan ji aliyê Hûşengê Moradiyê Kirmanî ve bi zimanê Farisî hatiye nivîsandin. Kenan Sûbaşiyî pirtûk ji Farisî wergerandiye Kurdî. Di pirtûkê de karkerên zarok ku ji ber xizaniyê neçar dimînin di temenên xwe yên biçûk de kar dikin hatiye vegotin.

Yek ji pirtûka çîrokan jî ya bi navê “Rizgarkirina Jaydenê” ye û ev pirtûk ji aliyê Vladimîr Tûmanov ve hatiye nivîsandin ji aliyê Şehmûs Kurtî ve bo Kurdî hatiye wergerandin. Ev pirtûk ji di kategoriya pirtûkên zarokan de ye. Nivîskar di “Rizgarkirina Jaydenê” de tevî Aleks û hevalên wî derdikeve nêçîra pirsên matematîkê. Matematîka ku ji bo gelek zarokan kabûs e dê bi saya vê macereya fantastîk a Aleks bibe kelecaneke bêdawî. Tumanov bi vê şêwazê, matematîk û edebiyat kirine mêvanên mala zarokan.

Pirtûka dawî ya ku Nûbiharê çap kiriye, bi navê “Spêle” ye. Rûbar Elî nivîskarê pirtûkê ye.

Jêder: Bîanet Kurdî

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Weşanxaneya Nûbiharê sê berhemên nû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *