Karkerên mexdûrê mulaqatê: Neheqî û zilm berdewam dike

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

306 karkerên di Şarediraya Bajarê Mezin a Wanê de dixebitin û bi KHK’ê ji kar hatibûn derxistin, tevî hemû biryarên dadgehê jî bi hinceta ‘di mulaqatê de serkeftî nînin’ nikarin vegerin ser kar. Karkerên ku ji ber mulaqatê mexdûr bûne dibêjin: “Neheqî û zilm berdewam dike.”

Cara pêşî di sala 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû kirin. Qeyûm di sala 2018’an de 306 karkerên taşeronê di ‘Mulaqatê de ne serkeftî’ hesiband û ew ji kar derxist. Karkeran li dijî qeyûm dest bi têkoşîna hiqûqê kirin. Li gel ku karkeran 4 caran doza vekiribûn qezenc kirin jî lê li karên xwe nayên vegerandin. Dadgeha Îdareyê ya Herêma Erziromê biryara ku karker vegerin karên xwe erê kir. Piştre gazî karkeran hat kirin ku li şaredariyê biçin mulaqatê. Di encama mulakata ku hat kirin de, karker neserkeftî hatin hesibandin û negirtin kar.

Karkerên mexdûrê mulaqatê: Neheqî û zilm berdewam dike - Karkeren mexdure mulaqate Neheqi u zilm berdewam dike 1

Avci: Alîgirên xwe rakirin ser kar

Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci ku li şûna wî qeyûm hatiye diyarkirin, destnîşan kir ku dema ew hatin ser kar hewl dane ku 306 karker vegerin ser karên xwe û di heyama qeyûm de tenê kesên nêzî AKP’ê û alîgirên AKP’ê rakirine ser kar. Avci da zanîn ku qeyûm 306 karkerên ku mexdûr bûne negirtiye kar û karker ji ber bêkariyê şerpeze bûne.

Karkerên mexdûrê mulaqatê: Neheqî û zilm berdewam dike - Karkeren mexdure mulaqate Neheqi u zilm berdewam dike 4
Mustafa Avci

‘Em bi KHK’ê ji kar hatin derxistin’

Ji karkeran Zafer Ûyar anî ziman ku tenê sedemek derxistina wan a ji kar heye ew jî bi armanca siyasî hatine derxistin û wiha got: “Dema em karker li şaredariyê dixebitîn me bi KHK’ya Jimara 696’an ji taşerontiyê derbasî kadrotiyê kirin. Me vî mafê qezecn kir. Ji bo em bibin karkerên kadroyî, me serî li şaredariya Wanê da. Lêgerîna arşîvê kirin. Ji hezar û 786 karkeran nêzî hezar û 700 karkerî qadrotiyê wek maf qezenc kirin. Bi rêya fermî jî ji karkeran re hat ragihandin ku ev maf bi dest xistine. Paşê me kirin mulakatan. Di mulakatê de pirsên wek, ‘Gelo fermandarê efsaneyî çeçen kî ye?’, ‘Gelo xoşewîstê zilam ê li kêleka Barbî kî ye’ kirin. Pirsên wisa beredayî kirin.”

Karkerên mexdûrê mulaqatê: Neheqî û zilm berdewam dike - Karkeren mexdure mulaqate Neheqi u zilm berdewam dike 3
Zafer Uyar

‘Heft hevalên me jiyana xwe ji dest dan’

Ûyar anî ziman ku ji bo ew dengê ragihînin û bidin bihîstin gelek caran çalakî kirine û got: “Ji ber qedexeya çalakî û şahiyan ên li Wanê me dengê xwe neda bihîstin. Hê jî em dixwazin dengê me bê bihîstin. Di van salan de 7 hevalên me canê xwe ji dest dan. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Mulakata ku hat kirin, bêrêbazî bû. Em li ber vê pêvajoya bêrêbaz radibin. Em dikevin mulakatê, paşê ji me re dibêjin, ‘ser xêrê be’. Lê dema encamên mulakatê tên eşkerekirin, tê dîtin ku 306 karker di mulakatê de mane. Di bingeha vê mulakatê de niyeta nebaş heye. Niha jî dadgehê dixapînin. Rêveberiya qeyûm di ewraqan de sextekariyê dike û dadgehan dixapînin. Em ê li têkilarî van ewraqên sexte gilî bikin û doza madî û manewî vekin.”  

Ûyar diyar kir ku vegera karkeran a kar ji aliyê parlamenterê AKP’ê yê Wanê Kayhan Turkmenoglû ve tê astengkirin û lê çi dibe bila bibe ew ê helbet rojek qeyûm biçe û ew ê vegerin karên xwe.  

Malbat jî mexdûr bûne

Ji karkeran Ayfer Turgut jî anî ziman ku ew 5 sal berê ji aliyê qeyûm ve ji kar hatiye derxistin û ew mexdûr bûne. Turgut da zanîn ku li gel ew di dadgehê de jî bi ser ket ketine dîsa jî nikarin vegerin karên xwe û got: “Neheqî û zilm dewam dike. Em dixwazin piştî hilbijartinê em vegerin kare xwe. Em tenê ne kesek em bi malbatî mexdûr bûn. Ez ji vir gazî her kesî dikim, bila mexdûriyeta me bibînin û bila deng bidin dengê me û piştevaniya me bikin. Hiqûqê jî vê mexdûriyeta me ji holê ranekir. Jixwe mulakatek bêrêbaz hat kirin. 306 karker çar caran kirin mulakatê lê her carê jî me neserkeftî nîşan dan û me venegerandin ser karên me. Li dijî me bêedaletiyê, cihêkarî, kîn û hêrsê xistine dewrê. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin.” (MA)

Karkerên mexdûrê mulaqatê: Neheqî û zilm berdewam dike - Karkeren mexdure mulaqate Neheqi u zilm berdewam dike 2
Ayfer Turgut

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Karkerên mexdûrê mulaqatê: Neheqî û zilm berdewam dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *