Kevneşopiyeke zor û zehmet: Dimsa tirî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Welatiyê bi navê Emîn Aksu yê 56 salî li Navçeya Eruhê ya Sêrtê, di baxên tirî de ku ji bav û kalên wî maye, dimsê çêdike. Aksu, derbirî ku dimsa Sêrtê gelek nav û deng e û sedema vê yekê jî wekî tarîfa kalikên xwe dide nîşandan.

Tevî hatina demsala payîzê, li gund navçe û bajarên heremê amedekariyên zivistanê jî destpê kirine.Di çarçoveya amedekariyên zivistanê de li gelek deveran çêkirina tirşî, birîna riştê û çêkirina konserveyan bê navber didome. Yek ji van cihên ku amedekarî tên kirin jî navçeya Erûh ya Sêrtê ye. Li vir welatîyê bi navê Emîn Aksu yê 56 salî ev bi salane ji tirî dimsê çêdike.

‘Kedek gelek zehmet e’

Aksû, anî ziman ku çêkirina dimsa tirî kedek gelek bê hempa dixwaze û da zanîn ku ew li gor terîfa bav û kalên xwe dimsê çêdike. Ew dibêje ku ji ber tarîfa bav û kalên wî ya organîk, dimsa tirî ya Sêrtê bi nav û deng e. ,

Her wiha, Aksu, destnîşan kir ku her sal di meha Tebaxê de dest bi çêkirina dimsê diken û ev karê wan heta dawiya payîzê jî didome.

‘Bi avayekî xwezayî çêdikin’

Aksu beriya ku behsa çêkirina dimsê bike, dibêje ku ev bi vî avayî çanda ji bav û kalên wî mayî, didomîne. Wî got ku, dimsê bi awayekî xwezayî, tevî gundiyan çêdikin. Aksu, diyar kir ku ev jin û mêr tev de vî karî dikin û da zanîn çêkirina dimsa tirî kedeke bê hempa dixwaze.

Kevneşopiyeke zor û zehmet: Dimsa tirî - bir aile gelenegi uzum pekmezi 1 1

Ev kalemêrê gewre dibêje bi berhevkirina tirî dest bi çêkirina dimsê dikin û piştî hilbijartinê jin dikevin dewrê. Jin, piştî ku tirî hildibijêrên û paqij dikin, dest bi givaştina tirî dikin. Ew tirî têxin nava telîsekî û di nava çirneyekî de bi piyan pêpes dikin.

‘Hêvêna dimsê axe’

Aksu ku bi kelecenekê çêkirina dimsê vedibê got ku piştî givaştinê, ava tirî di nava mencelen de dikelînin. Ew dibêje ku hêvinê dimsê, axekî taybete û dûre axa têxin nava dimsê. Tevî ku şevekê ava tirî di nava mencelê de tê rawestandin û ev ax dikeve bine mencelê, tê parizandin.

Aksu, bilêv dû parizandina ava tirî, mencelan datînin ser agir û 4-5 saetan dikelînin. Wî axaftina xwe wiha domand: “Piştî ku dims keliya kefa dikeve ser, tê berhevkirin û bo sar bibe ji ser agir tê girtin. Dema ku dims sar bû em wê têxin nava vîdonan û êdî ew bo xwarinê amadeye.”

‘Ji 50 kîlo tirî, 10 lître dims çêdibe’

Her wiha Aksu, got ku ew 50 kîloyan encax dikarin 10 lître dimsê çêkin û wiha axivî: “Piştî vî karê zor û zehmet, hilberîna dimsê me kêfxweş dike. Dimsa tê çêkirin, piranî em dikin xizm û cîranên xwe. Lê hinekî wê jî em difiroşin. Tevî dimsê rêçalê hejîran jî çêdike”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kevneşopiyeke zor û zehmet: Dimsa tirî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *