Komîteya Wezîran: Divê Demîrtaş were berdan

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, dubare bang li Tirkiyê kiriye ku Hevserokê berê yê HDP’ê Selahhatin Demîrtaş were berdan

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê destnîşan kir ku serlêdana şexsî ya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji 7’ê Mijdara 2019’an ve di girtîgehê de ye, êdî neyê taloqkirin.

Li gor nûçeya Rûdawê, Komîteya Nûneran ku li ser navê Lijneya Wezîran li ser asta balyozxaneyan kom bû, li gorî biryara berê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daxwaza berdana Demîrtaş kir. Komîteyê diyar kir ku divê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiyeyê (AYM) jî li gorî ruhê biryara DMMEyê be.

Her wiha di biryarê de hat xwestin, bo xurtkirina pêkhateya serbixwe ya Desteya Bilind a Dadweran û Dozgeran a Tirkiyeyê (HSYK) divê tedbîrên pêwîst bên girtin.

Di vê navberê de, Komîteya Nûneran ji Tirkiyeyê xwest ku der barê pêvajoya hiqûqa navxweyî ya doza Osman Kavala de ku heta 13’ê Cotmehê dewam bike, Strasboûrgê agahdar bike.

DMMEyê xwestibû Kavala bê berdan lê ev çênebû, Komîteyê li dijî Tirkiyeyê “pêvajoya binpêkirinê” da destpêkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Komîteya Wezîran: Divê Demîrtaş were berdan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *