Krîza aborî tesîrek neyînî li ser sektora dehwêtê dike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê, salonên dehwetan, kuafor û dikanên bûkaniyan ji pêvajoya pandemiyê vir ve dibin tesîra krîza aborî de ketine nava rewşeke pir xerab. Kesên di van sektoran de dixebitin diyar dikin ku ew nikarin ji ber lêçûyînan pişta xwe rast bikin û bi vê sedemê jî didin zanîn bo namzetên bûk û zavatiyê dehwet dibe xeyal.

Ji ber ku nirxê pereyê Tirk li hembeî pereyên bîhanî her diçe bêqedirtir dibe, hemû sektorên bazirganiyê ketine nava krîzekî. Dikanin mobîlyayan, yên amûrên spî, zêriger û dikanên bûkaniyan jî bi heman şiklî ketine nava krîzê. Kesên difikirin, bizewicin bi sedema bûhabûna van tiştan nikarin dehwetên xwe bikin.

Ev sektorên ku di dema pantemiyê de jixwe ketibun nava rewşek zerab niha jî ji ber krîza aborî astengiyan jiyan dikin.

Li gor daneyênji xwediyên salonên dehwetê hatine wergirtin, di nava salekî de bûhayê salonên dehwetê ji 4 hezar TL yan derkitey 40 hezar TL yan. Di bûkaniyan de jî heman rewş derbasdêre û bûkaniya ku berê didan 3 hezar TL yan, niha didin 9-10 hezar TL yan. Kuafor jî diştên berê dikirin, niha bi bûhayekê zêdetirê 5 qatan dikirin.

‘Pandemiyê pişta me şikand!’

Kuaför Asya Aslan ku ji sala 2018’an vir ve karê kuaforiya jinan dike, destnîşan kir ku beriya pandemîyê wana karek gelek baş dikir û dike ku wê beriya niha folya 27 TL yan dikirî, lê niha ev folyo bûye 150 TL. Bûhayê her tîştî derketiye du qatan. Jixwe pandemiyê pişta me şikandibû.  Piştî pandemiyê me got belki rewşa me baş be, lê mixabin jiber zêdebûna bûhayê tiştan me nekarî em karekî baş bikin”

Krîza aborî tesîrek neyînî li ser sektora dehwêtê dike - Asya Aslan 1024x768 1
Asya Aslan

‘Em nikarin wekî berê kar bikin’

Herwiha Aslan, derbirî ku tevî destpêkirina heyama dehwantan, her çikas kar zêde bûbe jî, biboneya ku ji hemû tiştî re zam hatiye kirin, wekî berê nikarîne pere qezenç bikin. Berdewamiyê de Aslan wiha axivî: “Êdî salonên dahwetan ê komsept hene. Bûkanî, kuafor û hemû tiştên din di nava pakêtê de tê firotin. Bi vî avayî êdî bikir hemû pêdiviyên xwe ji cihêkî peyda dikin. Lewma bo me kar namîne. Hejmara yên vî karî dikin, pir zêde bûye. Ev jî bo me nebaşe. Em nikarin wekî berê kar bikin.  ”

 ‘Pandemiyê em tune kirin’

Xwediyê salona dehwetê Şaban Torustag, jî ji sala 2015’an vir ve di vê sektorê de ye û dibêje, “Piştî pandemîyê êdî her kes dehwetên xwe derva dike. Wê çaxê me nedikarî em kirêya xwe bidin. Xwediyê salonan ji me dixwestin em cihê wan vala bikin. Me bi şiklekî kirêyên xwe razî kirin. Dewletê tu piştgirî nedaye me. Me hinek ji kêmkirina bacê siud wergirt, ew qas. Niha jî lêçûyînên dehwetan pir zêde bûne. Êdî bo namzetên bûk û zavatiyê dehwet dibe xeyal.”

Krîza aborî tesîrek neyînî li ser sektora dehwêtê dike - Şaban Torustağ 1024x769 1
Şaban Torustağ

‘Niha ji me re tiştek namîne’

Torustag, di berdewamiyê de balkişand ser lêçuyînên dehwetan û ev agahî dan: “Em niha pêşiya xwe nabînin. Ji tirsan em nikarin dekorek jî çêkin. Bûhayê dekorê ji sedî 500 zêde bûye. Sala borî me rojê 50 TL dida hevalên xwe yên xebatkar. Wê çaxê têrê dikir. Me qalibê pasteyê 50 TL’yan dikirî, niha pir zêde bûye. Dehwet, 4 hezar TL yan dihate pêkanîn. Lêçoyînên dehwetekî hezar 500 TL bûn. Nîvîya wê ji me re dima. Niha lêçoyîn bûne, 10 hezar TL, lê pereyê ji bo me dimîne 500 TL ye. Em tenê dikarin havînan kar bikin. Di 7 mehên dimînin de em kirê ji kîse xwe didin ”

‘Berê ez karsazê xwe bûm, niha karkeriya xelkê dikim’

Kuafora jinan Ozlem Salaz Demîr, ev nêzî 6-7 sale, karê bûkaniyê dike. Ew dibêje, “Berê ez karsazê xwe bûm, niha karkeriya xelkê dikim” û dide zanîn ku di destpêkê de hin pirsgirêk jiyan kirine û siudê wê baş neçuye.

Salaz, balê dikişîne ku beriya pandemiyê karê we pir baş bûye, wana pereyek baş qezanç dikirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pandemiyê pêşiyê tesîr li sektora dehwetan kir. Kuafor û bûkanî firoşan bi mehan di malên xwe man. Ti piştgirî nehate dayîn. Wê demê, yên ku derfetên wan pir bûn, barê xwe hilgirtin, yên wekî me jî ji nav çûn. Lewma piştî pandemiyê rewşa me her ku çû xerab bû. Lewra me ne karî em tiştek bistinîn. Bûhayê berheman pir zêde bûye. Hejmara muşteriyên me jî gelek daketiye.”

Krîza aborî tesîrek neyînî li ser sektora dehwêtê dike - özlem Demir 1024x1024 1

‘Bûhayê tiştan 10 qat zêde bûye’

 Salaz, ku axaftina xwe domand, balê dikişîne ser bilindbûna nirxê amûrên ku ew di dema xebatê de bikartîne û wiha got: “Me beriya niha metreya kumaşê pîleyên li ser bûkaniyan bi 5 TL yan dikirî. Niha ev bûye 40-50 TL. Min par îflas kir û dikana xwe girt. Lewma ez bûhayên wan yên niha nizanim. Lê ez baş dizanim ku çi nebe 10 qat bûhayê tiştan bilind bûye.  Beriya niha bûhayê bukaniyek bedew herî zêde 30 hezar TL yan bû. Niha bûhayê wan bûye 8-9 hezar TL.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Krîza aborî tesîrek neyînî li ser sektora dehwêtê dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *