Kûpaya Cîhanê: Îngiltere derket fînala çaryêkê

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2022an de Îngiltereyê, Senegal 3-0 têk bir û derket fînala çaryêkê.

Di berdewamiya Kûpaya Cîhanî ya 2022’an de ku li Qeterê tê lidarxistin, Îngîltere û Senegal di çarçoveya lîstikên qonaxa 16’an de li Stadyuma El Beyt hatin hemberî hev.

Di wê lîstikê de tîma Îngiltereyê 3 gol tomar kirin û bi encama 3-0 tîma Senegalê têk bir.

Bi wê serkeftinê, tîma Ingilistanê bo qonaxa çaryeka fînala kûpaya cîhanî ya 2022an serket.

Golên Îngiltereyê di deqeya 39’an de ji aliyê Jordan Henderson, di deqeya 45+3 de ji aliyê Harry Kane û di deqeya 57’an de ji aliyê Bukayo Saka ve hatin avêtin.

Di çarçoveya lîstikên çaryeka fînalê de tîma Îngîltereyê dê di 10’ê Kanûnê de (heftiyeke din) bi tîma Fransayê re bilîze.

Tîma Îngiltereyê di Kûpaya Cîhanî ya 2018’an de ku li Rûsyayê hatibû lidarxistin, bibû çarem a cîhanê. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kûpaya Cîhanê: Îngiltere derket fînala çaryêkê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *