Ji bo pêşxistina zimanê kurdî û perwerdehiya zarokan perwerdehiyên xwe yên nû dest pê kirine.
SERHAT NEWS – Kurdîgeh, bi armanca pêşxistina zimanê kurdî, perwerdehiyên xwe yên nû dest pê kirine. Ji bo kesên ku kurdî nizanin, asta destpêkê hate vekirin û qeyd hildan dest pê kirin. Armanca me ew e ku hemû kes hînî axaftin, xwendin û nivîsandina kurdî bibin.
Perwerdehiyên berdewam
Niha di Kurdîgehê de 3 polên perwerdehiyê hene:
Asta Yekem. destpêk)
Asta Duyem (navîn)
Asta Sêyem (pêşketî)
Gava xwendekar astên yekem, duyem û sêyem bi serkeftî qedandin, dikarin tevlî Asta Mamostetiyê bibin, ku di demek nêzîk de dest pê dike.
Qeydên pola zarokan
Ji bo zarokên me jî, nava vê hefteyê qeydên pola zarokan ên vê tê hilgirtin. Em malbatên xwe bang dikin ku zarokên xwe bînin Kurdîgehê û tevlî perwerdehiyên kurdî bikin.
Bangname ji hemû kurdan
Em ji hemû ciwan, jin û mêrên ji 7-salî heta 70-salî vedixin, were tevlî perwerdehiyên me bibin û bi kurdî bixwînin, binivîsin û biaxivin.