Siyasetmedar yên di mejûyê wî de kom dibin, hûnermen ji yên di dilê wî de kom dibin vedigûhêzîn.
Siyasetmedar dibêje tu nikarî bikî, ez ê bikim, gel lawaz dike, hunermend dibêje hêza afirandinê tu yî, tu yî hêz.
Sîyasetmedar hêztirîn dibe, malê xwe zêdetirîn dike û mêtingeriya wî gel e, hunermend hêza xwe dixwaze pêşkêşî gel bike, semyana/ê dilê wî ye û dilê xwe bi hûnerê neqîş dike.
Hûnermend, dixwaze asîmanekî şîn pêşkeşî gel bike, siyasetmedar ku dixwaze li asîmanan balafirên şer bifirin. Xaye hunermendî ew e ku firandina bafirokê ye, ya siyasetmedarî ji barina mirinê ye jî asîmanan.
Aşekî/ê ya hunermend heye ku hemû neyîniya bihêre, aşekî/ê ya siyasetmedarî heye ku hemû erêniya bihêre. Hunermend dikene, siyasetçî awire dide.
Siyasetmedar bêhêze, ji ber vê sedemê hêza gel dimêje. Tirsoneke ji ber vê sedemê ramanên xwe bi hêrs zikir dike.
Xema hunermendî ya hêzê nîne, carna xwe libek xîz, geh xwe çeqek darê, heg xwe wek pelek darê vedibêje.
Wijdana siyasetmedarî ne rihete, yên ku mafê wan gasp kirî tên xewna wî, ji ber van sedema nikare rasterast temaşeyî rûyê te bike.
Hunermen nayê viyan lewra dil û zimanê wî yeke. Aşkeraye. Safe. Wekî neynîkê ye. Dema te nêrande wî tu dê xwe bibînî, Ji ber ku tu nikarî xwe bibînî, naxwazî binerî.
Siyasetmedar wisa nîne. Çawa ku tu dixwazî xwe bibînî, di wî de xwe dibînî. Tu nizanî ka ew neynika ku tê de xuya dikî aliyê wê yê sirrkirî ye yan yê wê yê ronîkirî ye, û ji ber ku destê te nagihîje wijdanê te, tu demkî rehet î. Heta ku neynik bişkê, û tu ne xwe, lê siyasetmedar bibînî, û bi şikestina xeyalên xwe re bi tenê bimînî. Wê demê tu yê xwe bibînî, hem jî bi egoyeke mezin, û mixabin êşa te wê nû dest pê bike. Çima? Ji ber ku egoya te mezin e!
Tiştê ku hunermend lê digere di hundirê wî de ye. Di dilê wî de ye. Di mejîyê wî de ye. Ji ber vê yekê aram e.
Lê tiştê ku siyasetmedar lê digere li derve ye, di te de ye, ji ber vê yekê ne razî ye û tûj e.
Hunermend bedewiyê diafirîne, lê siyasetmedar, wekî navê wî diyar e, siyasetê dike.
Hunermend ziyana ku siyasetmedarî daye sererast dike.
Di hunerê de armanc; mirov e.
Di siyasetê de armanc; siyasetçi ye.