Li Afganistanê ji ber lêhiyê 18 kes mirine

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku li Afganîstanê di encama rabûna lêhiye de, di nava 3 rojan de 18 kesî jiyana xwe ji dest daye û herî kêm 20 kes jî birîndar bûne. Her wiha li eyaleta Belûcistana Pakistanê ji ber barana Mûsonê 136 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Berdevkê Wezareta Karesatên Dewletê ya Hikûmeta demkî ya Talîbanê Muhammed Nesîm Heqanî derheqê mijarê de daxuyund ku di lehiya di 3 rojên dawî de li herêmên Zabul û Kandaharê yên li başûrê welêt rabûye de 18 kes mirine.

Di nava meha dawî de 120 kes mirine

Berdevkê wezaretê her wiha destnîşan kiriye ku ji ber lehiyên ku di meha dawî rabûye de 120 kes mirine û 152 kes jî birîndar bûne.

Heqanî dibêje ku di lehiyê de hejmarek zêde pir jî hilweşiyane û di meha dawî de 3 hezar xaniyên ku di bin avê de mane jî zirar dîtine.

Li Belûçistanê 136 kes mirine

Di vê navberê de baranên Mûsonê li eyaleta Belûcistana Pakîstanê bandorek neyînî li ser jiyanê dike.

Rêveberiya Karesatên Bajarê Belûcistanê di vê derbarê de daxuyaniyek weşandiye û dide zanîn ku ji ber lehî û barana zêde 136 kes mirine û 70 kes jî birîndar bûne.

Li Belûcistanê ji ber baran û lêhiyan 13 hezar û 535 avahiyan jî zirar dîtine.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Afganistanê ji ber lêhiyê 18 kes mirine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *