Li Almanyayê dijî hewldana darbeyê operasyon

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Almanyayê, bi hinceta darbeyê di nav de leşker û kesên siyasî jî heyî 25 kes hatin desteserkirin. Ev kese her wiha bi tohmeta avakirina dewletekê li gor Împeratoriya Alman a 1871’an, hatin desteserkirin.

Li gor nûçeya Rûdawê, li 11 eyaletên Almanyayê operasyon hat lidarxistin û 25 kes hatin desteserkirin. Dozgeriyê, ji bo ku pergala makezagonî ya Komara Federal a Almanyayê ji holê rabike û li gorî Împeratoriya Alman a 1871’an dewletekê ava bike, gumanbaran bi avakirina rêxistina terorê sûcdar dike.

Hat îddîakirin kesên ku hatin desteserkirin plan dikirin ku bi ser parlamentoya Almanyayê (Bundestag) de bigirin.

Hat hînbûn, di çarçoveya lêpirsînê de dozgeriyê derbarê 52 kesan de biryara desteserkirinê daye. Di nav wan de leşkerên berê jî hene.

Dozgerî gumanbaran bi avakirina rêxistineke terorîstî bi armanca ji holê rakirina pergala makezagonî ya Komara Federal a Almanyayê û avakirina dewletê li gor Împeratoriya Almanyayê ya 1871’an, sûcdar dike.

Tê gotin ku di nav kesên desteserkirî de endamên tevgera Reichsbürger (Welatiyên Reich) jî hene ku ji ber êrîşên tund û teoriyên komploya nijadperest ev demeke dirêj e, di bin çavdêrî û şopandina polîsên Almanyayê de ye.

Herwiha ew grûp red dike ku dewleta modern a Almanyayê nas bike.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Almanyayê dijî hewldana darbeyê operasyon

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *