Li Amedê 45 bijîşkan bo biçin Ewropayê serlêdan kirine

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Amedê sala par 16 bijîşk bi mebesta biçin welatên Ewropayê “Kaxiza erêkirinê” wergirtine. Di nava 10 mehên dawiyê de ev hejmar gihişte 45’an.

Piştî ku hikûmetê di warê denduristiyê de “reforma spî” da destpêkirin, hêvî dihate kirin ku çoyîna bijîşkan ya bo derveyî welat kêm bibe. Lê mixabin, daneyên Odeya Bijîşkan a Amedê didin nîşan ku rastî ne wisa ye. Li Amedê di sala 2021’an de 16 bijîşk ji bo ku biçin derveyî welat “kaxiza erêkirinê” ji odeyê wergirtine. Di nava 10 mehên dawiyê de jî 45 bijîşkan ji bo “kaxiza erêkirinê” serî li odeyê dane.

Li gor nûçeya Amîda Haberê ku bi îmzeya Gonul Markoç’ê hatiye weşandin, di nava van 10 mehên dawî de li Tirkiyeyê 2 hezar û 153 bijîşkan ji bo wergirtina “kaxiza erêkirinê” serî li Yekîtiya Bijîşkên Tirk dane. Tê payîn ku heta dawîya vê salê ev hejmar bigihije 2 hezar û 500 bijîşkan.

‘Di qada tenduristiyê de tundî berdewam dike’

Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elif Turan eşkere dike ku daxwaza çûna derveyî welat a bijîşkan berdewam dike. Turan destnîşan dike ku ew heftiyê yek du kaxizên erêkirinê îmze dikin û wiha domand: “Hikûmet dibêje wan şert û mercên bijîşkan sererast kirine. Lê em dibînin ku lênihêrtina nexweşan hê jî di bin standardên cîhanê de ne. Di qada tenduristiyê de tundî berdewam dike. Di mûçeyan de hinek sererast kirin çêbû lê hê jî pêkanîna performansê ku niha naveke din lê kirine berdewam dike.”

‘Bijîşk di nava mercên bê ewle de dixebitin’

Her wiha, Turan amaje vê yekê dike ku hê jî bijîşk di şert û mercên neewle de dixebitin û wiha berdewam kir: “Qada me ya xebatê ne bi ewle ye. Em hê jî pir dixebitin. Bijîşkên ku îstifa dikin an diçin nexweşxaneyên taybet an jî berê xwe didin derveyî welat. Ev yek dê bandora xwe li ser welatiyan jî bike. Hejmara bijîşkan dê kêmtir bibe. Gelek tenduristvan ji karên xwe jî hatin avêtin. Îstifa û çûna derveyî welat jî pey vê de hatin. Ev hemû nîşaneyên vê yekê ne ku dê di nexweşxaneyan de hejmara bijîşkan kêm bibe.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Amedê 45 bijîşkan bo biçin Ewropayê serlêdan kirine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *