Li Amedê 47 kes hatin desteserkirin

featured
WÊNE RÛDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Amedê polîsan mudaxaleyî çalakiya bo şermezarkirina operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakurê Sûriyeyê kirin. Piştî mudaxaleyê Hevserokê HDP’ê yê Amedê jî di nav de 47 kes hatin desteserkirin.

Operasyona Hêzên Artêşa Tirk (TSK) yên li hemberî Bakûrê Sûriyeyê û Herema Kurdistana Federal a Iraqê berdewam dikin.

Îro li Amedê parlamnenter, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hejmerek welatî li Qada Deriyê Çiya ya hatin cem hev. Komê li vir xwest ku bi mebesta şermezarkirina operasyonê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Lê polîsan destûr neda û mudaxale li girseyê kir.

Di encama mudaxaleyê de Hevseroka HDP’ê ya Amedê Zeyat Ceylan û Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Demokratîk Seval Gulmez jî di nav de 47 kes hatin desteserkirin.

Hat hînbûn ku kesên hatine desteserkirin bo lêpirsînê ji Midûriyeta Ewlekariya Amedê re hatine veguhestin. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Amedê 47 kes hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *