1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Amedê di girtîgehê de girtiyekê jiyana xwe ji dest da

Li Amedê di girtîgehê de girtiyekê jiyana xwe ji dest da

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Girtîgeha Hejmar 2 ya Ewlekariya Bilind a Amedê girtiyek di hucreya yekkesî de mirî hat dîtin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, girtiyê bi navê Kadrî Ekîcî yê 25 salî ku di Girtîgeha Hejmar 2 ya Ewlekariya Bilind a Amedê dihat girtin di hucreya yekkesî de mirî hat dîtin.

Cenazeyê wî ku şevêdin bo otopsiyê ji Saziya Tiba Edlî re hatibû veguhestin îro radestî malbatê hate kirin.

Piştî wecibeyên olî cenazeyê Ekîcî ku ev 5 sale bi hinceta “Endamtiya Rêxistinê” girtî bû û ev saleke jî di hucreya yekkesî de dihate girtin, li Goristana Yenîkoya Amedê hate definkirin.

Li gor zanyariyan, rayedarên girtîgehê ji malbatê re gotine ku Ekîcî “Întîhar kiriye.” Malbata Ekîcî jî dide zanîn sê roj berê li ser telefonê bi Ekîcî re axivîne û tiştekî ne ji rêzê tune bû. Endamên malbatê diyar kirin ku Ekîcî ji wan re gotiye rewşa wî baş e û ji bo mirina Ekîcî gumanên wan hene.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Amedê di girtîgehê de girtiyekê jiyana xwe ji dest da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *