Li balafirxaneya Amerîkayê bi Kurdî xêrhatin ji rêwiyan tê kirin

featured
WÊNE K24
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li balafirxaneya Nashville ya Amerîkayê bo rêzgirtina Kurdên li vî bajarî dijîn, bi zimanê Kurdî xêrhatin ji rêwiyan re tê kirin.

Bi armanca rêzgirtina Kurdan, li balafirxaneya Nashvîlle ya eyaleta Tennesse ya Amerîkayê tabloyek bi zimanê Kurdî hate daliqandin, daku xêrhatin ji rêwiyan dike.

Li balafirxaneya Amerîkayê bi Kurdî xêrhatin ji rêwiyan tê kirin - Li balafirxaneya Amerikaye bi Kurdi xerhatin ji rewiyan te kirin

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê Beyan Samî Ebdurehman bo spasiyê daxuyaniyek weşand. Ebdurehman got: “Spas ji bo ji xelk û hikûmeta Nashville. Em di wê baweriyê de ne ku, ev yekem car e pêngaveke dîrokî ya bi vî rengî ji bo Kurdên diyasporayê tê avêtin.”

Samî Ebdurehman destnîşan kir, zêdetirî 50 sal in bajarê Nashville bûye mala Kurdên Amerîkayê. (Kurdên li vir jiyan dikin) di pêşketin û pêşvebirina bajêr de di warê aborî, çandî û civakî de xwedî rolekî girîng bûne. (K24)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li balafirxaneya Amerîkayê bi Kurdî xêrhatin ji rêwiyan tê kirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *