Li Bedlîsê di encama teqînekê de ciwanek birîndar bû

featured
Bajarê Bedlîsê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di encama teqînekê de li Bidlîsê ciwanê bi navê Yusuf Ulug ê 18 salî bi giranî birîndar bû.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Yûsûf Ulug dema li gundê Hêvrês ya Bedlisê pezê xwe diçerand teqînek qewimî.

Di teqînê de ku sedema wê nehate zanîn, destê Ulug ji zendikê qetiyaye û çavek wî jî zirar dîtiye. Tevî ku tîmên hewarçûnê gihiştin cihê bûyerê, Ulug ji bo dermankirinê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê.

Piştî, li vir mudaxaleya destpêkê li wî hat kirin, Ulug ji Nexweşxaneya Rihayê re hat veguhestin.

Hat hînbûn ku rewşa Ulug girane û qetereya windakirina jiyanê heye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Bedlîsê di encama teqînekê de ciwanek birîndar bû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *