Li Cizîrê ‘Sempozyuma Melayê Cizîrî ya Navneteweyî’ tê lidarxistin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

 “Sempozyuma Mela Ehmedê Cizîrî ya Navneteweyî” li navçeya Cizîr ya Şirnexê destpê kir.

Sempozyuma Navneteweyî ya Melayê Cizîrî li Salona Konferansê ya Şaredariya Cizîrê û Medresa Sor tê lidarxistin, wê heta 2’yê Kanûnê berdewan bike. Ji Tirkiye, Herema Kurdistana Federal a Iraqê û hin welatên din hejmarek akademîsyen beşdarî sempozyumê bûne.

Rektorê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Abdurrahîm Alkiş di axaftina xwe ya civînê de diyar kir ku cara ewil e li Cizîrê sempozyumeke ewqas berfireh derbarê Melaya Cizîrî de tê sazkirin.

Alkiş da zanîn ku di sempozyumê da dê 7 rûniştin bên lidarxistin, roja dawîn cihên dîrokî û çandî yên navçeyê bidin nasandin.

Derbarê beşdariyan de jî Alkiş eşkere kir ku di serî de ji Tirkiyê, Herêma Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê, Îran û Urdinê ji 20î zêdetir akademîsyen dê beşdarî sempozumê bibin û wiha pê de çû: “Em dê hewl bidin ku fikr û ramanên Melayê Cizîrî û nêrîna wî ya dinyayê ragihînin. Dîwana Melayê Cizîrî heta niha wergerandine 10 zimanî. Daxwaza me ew e ku wergerînin 50-60 zimanî. Em bangî akademîsyenên zimanzan dikin ku vê xizmetê bikin.”

7 panel tên birêvebirin

Panela yekemîn; bi rêveberiya Prof Dr. Mehmet Emin Erkan û beşdarkirina Dr. Mehmet Mehdî, Eker, Prof. Dr. Abdulcabbar Kavak, Doç.Dr. Mehmet Çelik û Gulşen Orhan îro saet 13.30-14.45 birêve diçe.

Panela duyemîn; bi rêveberiya Doç. Dr. ibrahim Baz û beşdarkirina Naif Mikail Tahir, Prof. Dr. Abdurrahim Alikiş, Doç. Dr. Ahmet Ozdemir û Doç. Dr. Nurullah Agitoglu her îro saet 15.00-16.00 birêve diçe.

Panela sêyem; bi rêvebriya Prof. Dr. Huseyin Guneş beşdarkirina Doç . Dr. Adnan Memduhoglu, Tahsîn Îbrahîm Doskî, Prof. Dr. Mehmet Zahir Ertekin, Doç. Dr. Bedreddin Basuguy, Xalid Sadinî û Abdullah Yaşin dîsa îro saet 16.15-17.15 birêve diçe. Tahsîn Îbrahîm Doskî di panelê de dê bejsa “xizmetên edib û zanayên herêma Bahdinan ji bo Dîwana Melayê Cizîrî” bike. Prof. Dr. Mehmet Zahir Ertekin jî dê behsa bandora Melayê Cizîrî li ser belbestên Kurdî bike. Xalid Sadinî jî behsa mijara hevaltiya Melayê Cizîrî bi mîran re bike.

Panela çarem; sibe saet 09.30-10.30 bi rêveberiya Doç. Dr. Nurullah Agitoglu û bi beşdariya Xalid Cemîl Mihemed, Îsmaîl Îbrahim Muhammed Salih, Dr. Nurettin Ertekin û Mesut Tuzun birêve diçe. Xalid Cemîl Mihemed dê behsa “evîn û ciwanî di helbestên Melayê Cizîrî de” bike.

Panela pêncem; sibe saet 10.45-11.45 bi rêveberiya Doç.Dr. Ahmet Ozdemir û bi beşdariya Prof. Dr. Hasan Tanriverdi, Prof. Dr. Omer Bozkurt, Doç. Dr. Îbrahîm Baz û Dr Ruhullah Oz birêve diçe.

Panela şeşem; sibe saet 13.30-14.30 bi rêveberiya Prof. Dr. Abdurahim Alkiş û bi beşdariya Doç. Dr. Abdulhadi Timurtaş, Doç. Dr. Kamuran Îbrahim Xelîl, Dr. Anas Mihemed Şerîf Doskî û Dirbaz Mustefa birêve diçe.

Di panela dawin de jî Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirman, Doç. Dr. Mehmet Çelik, Tahsin Îbrahîm Doskî û Doç. Dr. Îbrahîm Baz li ser sempozyumê nirxandineke giştî bikin.

Sempozyuma Navneteweyî ya Melayê Cizîrî bi hevkariya Parêzgarî û Zanîngeha Şirnexê û Qaymeqamtiya Cizîr û şaredariya wê ve tê lidarxistin. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Cizîrê ‘Sempozyuma Melayê Cizîrî ya Navneteweyî’ tê lidarxistin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *