Li dijî navenda polîsên Mêrsînê êrîş: Polîsekî jiyana xwe ji dest da

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Mêrsînê, li dijî navenda polîsan ya li navçeya Mezitliyê êrîşek pêk hat. Wezîrê Karê Navxweyî ragihand ku di êrîşê de polîsekî jiyana xwe ji dest daye.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, êrîş li hemberî navenda polîsan ya li Taxa Tece a bi ser navçeya Mezitliya Mêrsînê pêk hat.

Hat ragihandin ku, hin kesên bi wesayîtekê hatine ber navenda polîsan bi çekên lûle dirêj êrîş li avahiya polîsan kirine. Tevî ku polîsan jî bersiv daye êrîşê di navbera her dû aliyan de pevçûn derketiye û hat gotin ku di encamê de 2 polîs birîndar bûne.

Piştî êrîşê, ekîbên hewarçûyînê û yên polîsan gihiştin cihê bûyerê û dest bi xebatan kirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, piştî êrîşê daxuaniyek da û anî ziman ku ji polîsekî birîndar li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Hat hînbûn ku, hêzên ewlekariya, ji bo desteserkirina kesên ku êriş pêkanîne , dest bi xabetên xwe kirine.

Di vê navberê de Ajansa Mezopotamyayê jî ragihandiye ku êrîş bi otomobîlek bombebarkirî pêk hatiye û di encamê de gelek polîsan jiyana xwe ji dest daye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li dijî navenda polîsên Mêrsînê êrîş: Polîsekî jiyana xwe ji dest da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *