Li gor TUIK’ê enflasyon daketiye ji sedî 39.59’an

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

TUIK’ê ragihand ku li Tirkiyê enflasyona mehane bi rêjeya %0.04 zêde bûye lê ya salane daketiye %39.59an. Di heman demê de Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, rêjeya enflasyonê di meha Gulanê de %7.35 zêde bûye e û ya salane gihiştiye %109.01an.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUIK) daneyên enflasyona meha Gulana 2023’an eşkere kir.

Li gor daneyan, di Gulana 2023an de enflasyona mehane bi rêjeya %0.04 zêde bûye, li gor meha Kanûna sala bihorî %15.26 û li gor meha Gulanê ya par jî bi rêjeya %39.59 û di 12 mehên dawî de bi giştî %63.72 hatiye tomarkirin.

Li gor daxuyaniya TUIK’ê di diyarkirina rêjeya enflasyonê de bihayê gaza xwezayî wek “sifir” hatiye hesabkirin û piştî Kanûna 2021’ê cara yekê ye rêjeya enflasyona Tirkiyê daketiye jêr %40’î.

Di meha Gulanê de li gor heman meha sala par herî zêde bi rêjeya %68.98 xerciyên sektora xwaringeh û otêlan zêde bûne û herî kêm jî bi rêjeya %19.49 xerciyên cilûberg û pêlavan zêde bûne.

Ligel daneyên TUIK’ê, Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî ragihand ku rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê %109.01 ye û ya Gulana 2023’an jî bi rêjeya %7.35 zêde bûye.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li gor TUIK’ê enflasyon daketiye ji sedî 39.59’an

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *