Li Îdirê coşa Newrozê destpê kir

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Gelê Îdirê bi coşek mezin bo pîrozkirina Newrozê li qadê kom bû.

Gelê Îdirê bo pîrozkirina Newrozê cihê xwe li qada Kiliçlarê girt. Qada Newrozê şevêdin, bi alên TJA, DBP, HDP û Partiya Çep a Kesk hatin xemilandin. Bi Kurdî, Tirkî û Îngilîzî pankartên “Her der Newroz, her dem azadî” , “Dem dema jin jiyan azadiyê ye” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” hatin daliqandin.

Li Îdirê coşa Newrozê destpê kir - Li Idire cosa Newroze destpe kir 1

Jinan îsal jî dîsa bi cil û bergên xwe yên kesk, sor û zer û bi kofiyên xwe yên rengîn li qada Newrozê cihê xwe girtin. Tevlibûna zêde ya ciwanan jî bal kişand ser xwe.

Axaftina destpêkê ya bernameya Newrozê wê Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Mehmet Sekman bike. Pişt re Hevseroka Partiya Çep a Kesk Bahar Etrecî, endama MYK’a DBP’ê Aynûr Sarica, Parlamenterê HDP’ê yê Îdir Habîp Eksîk û parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy dê biaxive.

Piştî axaftinan wê bernameya Newrozê bi gotina stranan a hunermend Hediye Kalkan bi dawî bibe.(MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Îdirê coşa Newrozê destpê kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *