Li Îranê çalakiyên nerazîbûnê bê navber berdewam dikin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Çalakiyên şermezarkirinê yên li Îranê ku piştî qetilkirina jina kurd a bi navê Jîna Amînî, dest pêkiribû, vegeriyaye serhildana gel. Di çarçoveyê hatiye ragihandin ku li  bajarê Şîno yê polîs û leşker neçar man ji kolanan vekişin.

Piştî ku jina Kurd Jîna Mehsa Amînî li paytext Tehran ya Îranê ji aliyê ‘Polîsê exlaqê’ ve hate qetilkirin, ev çend rojin seranserî vî welatî, rûniştvan daketina kadan û çalakiyên nerazibûnê lidar dixin. Jiber ku ev çalakî li gelek deveran vegeriya serhildanê, tevî girtin, îşkence û kuştinan jî gel hêj kolan ne terikandine.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, tê gotin ku kontrola bajarê Şîno yê Eyaleta Rojhilatê Azerbaycanê ketiye destê xwepêşendaran. Hêzên leşker û polîsan neçar man paş ve vekişin. Fenomenê twîtterê Tawheed Javadî di twîtterê de ev nivîs nivîsand: “Piştî şoreşa 1979’an cara ewil e kontrola bajarekê bi temamî kete destê xwepêşandêran.”

‘Ji dîktator re mirin’

Di çalakiyan de dirûşmeyên “Bila Hameney bê kuştin”, “Ji dîktator re mirin”, “Em ê şer bikin, em ê bimirin, lê em ê Îranê paş ve bistînin”, “Bombe, tank, tiving êdî bandor nake, divê Molla derkeve” , “Ev sal e sala xwînê ye, serokê Îranê ha ket, ha dikeve” hatin qêrîn.

Di vê navberê de Neteweyên Yekbûyî bertek nîşanî Hikumeta Îranê da û li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal peyamên şermezarkirinê weşandin.

Li Îranê çalakiyên nerazîbûnê bê navber berdewam dikin - Li Irane calakiyen nerazibune be navber berdewam dikin
Wêne:Al Jazeera

 Ajansa Nûçeyan a Harana ya girêdayî çalakvanên mafên mirovan, wêneyên çeteyên paramîlîter ên bi navê ‘Besîc’ ku li bajarê Reşt gel hedef girtin weşand.

Hejmara kuştiyan ji 50’i derbas bûye’

Rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku ji duh bi şev ve hejmara çalakvanan ji 50’yî derbas bû û nasnameyên 27 kesan hatine piştrastkirin.

Li paytext Tehranê jî dîmenên ku polîs çalakvanan rasterast hedef digirin hatin weşandin. Li bajarê Kûm çalakvanan bi kokteylên molotofê bersiva çeteyên Besîç didin. Çalakvanan li gelek bajaran Hamaney jî di nav de gelek wêne û posterên serokên Komara Îslamî çirandin. Di dîmeke ku ji bajarê Meşhed hat jî hate dîtin ku peykerê “Morteza Motaharî” tê şewitandin. Hesaba bikarhênerekî ya bi navê “1500 Tasvîr” rewşa welêt weke “di rewşa berxwedanê de” binav kir û vîdeoyên ji kolanên Tehranê weşand û ragihand ku girseyên qelebalix yên xwepêşanderan hemû kolanên Tehranê dagîr kirine. Di dîmenan de hate dîtin ku wesayîtên ku di kolanan de derbas dibûn bi dengê kornayan piştgirî didin jinên ku dersokên xwe ji serê xwe dikin û dişewitandin.

 Hat ragihandin ku li welatên wekê Almanya, Amerîka û Kanadayê jî bo piştgiriyê çalakî hatine lidarxistin û di çalakiyan daxwaz ji hikûmetên van welatan hatiye kirin ku “sûcên Komara Îslamê” şermezar bikin.

Li Îranê çalakiyên nerazîbûnê bê navber berdewam dikin - Li Irane calakiyen nerazibune be navber berdewam dikin
Twitter

 Ji Yekitiya Nivîskaran daxuyanî

Endamên Yekitiya Nivîskarên Îranê, sendîkayên çandî û hunerî, nivîskar û hunermendan têkildarî “piştgiriya xwe ya tevgera rizgariya gel” danezanek weşand. Yekitiya Nivîskaran ferzkirina dersokê ya li jinan weke “heqareta rûmeta mirovahiyê” bi nav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şermezarkirinên niha li welat belavbûne “encama hêrsa 40 salan e”.

 Çalakvanên mafê mirovan û 12 rêxistinên mafê mirovan şevê din daxuyaniyek dan û bang li raya giştî ya navnetewî kirin ku “ji bo li dijî zordariya ku hikûmeta Îranê li ser jinan û çalakvanan pêk tîne têbikoşe” mudaxile bike.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ragihand ku di xwepêşandanên roja çarşemê yên li bajarên Îlam û Îslamabadê de 4 kesên bi navê Yaser Caferî, Amîr Fûladî, Mûhsîn Qeysarî û Seîd Mohammadî hatine kuştin. KHRN’yê di heman demê de ji bo rewşa kesên hatine binçavkirin bişopîne komîsyonek ava kir û navê kesên hatine binçavkirin weke lîsteyekê aşkere kir. Li gorî vê lîsteyê ji zanîngehên cuda yên Îranê herî kêm 20 xwendekar, 11 jin, 6 siyasî, 3 medya û 3 aktivîstên sivîl hatine girtin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Îranê çalakiyên nerazîbûnê bê navber berdewam dikin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *