Li Îranê jinek Kurd, bi hinceta ‘Pora wê xuya dibe’ hat qetilkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îranê, jineke Kurd bi navê Jîna (Mehsa) Emînî bi hinceta ku ‘Pora wê dibin desmalê de’ hatiye dîtin, ji aliyê hêzên rejîmê ve bi lêdanê hatibû birîndar kirin. Emînî ya 22 salî piştî ku ji beşa lezginî re hatibû veguhestin, di nexweşxaneya Kesra ya Tehranê de, tevî hemû mudaxaleyan nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Emînî, ku eslê xwe ji bajare Seqizê ye û bo hin karûbarên xwe hatibû Tehranê, îro tevlibûna bi hezaran kesî, li Goristana bajarê Seqizê ya Îranê hate definkirin.

Di 13’ê Îlonê de, Jîna (Mehsa) Emînî tevî birayê xwe Kiyareş Emînî re, li îstasyona Heqanî ya metroya Tehranê ji aliyê polîsan ve bi hinceta ku ew “Li gorî hicaba Îslamî tevnegeriyaye” hatibû desteserkirin û bo girtîgeha polîs a li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Li gor malbat û xizmên Emînî ku ji çapemeniyê re axivînê, li navenda polîsan îşkence li wê hatiye kirin û ew ji ber îşkenceyê ketiye komayê û ji beşa lezgîn ya Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê re hatiye veguhestin.  

Di vê navberê de, ji Midûriyeta Polîsan ya Tehranê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek hatiye weşandin.  Polîsê Tehranê kuştina Emînî li ser xwe ne girtiye û berpisyariya xwe ya di bûyerê de red dike. Di daxuyaniyê de hatiye angaştin ku “Jinek ku ji bo hişyarkirinê û dayîna rênimayiyan bo navendeke polîs hatibû şandin, ji nişka ve krîza dil derbas kiriye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.”

Li Îranê jinek Kurd, bi hinceta ‘Pora wê xuya dibe’ hat qetilkirin - Mahsa Amin 1

Dayîka Emînî, Mojgan Emînî, jî hin agahi dane çapemeniya Îranê û gotiye, ti pirsgirêkeke cilûbergên keça wê nebûye û mantoyeke dirêj li xwe kiribû û leçikek mezin jî li serê xwe kiribû, lê tevî wê jî polîsan keça wê desteser kirin.

Piştî ku Emînî jiyana xwe ji dest da, li Îranê pêla nerazîbûnê belav bûye û gelek cihan çalakiyên nerazîbûnê hatine lidarxistin.

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê, qetilkirina Emînî bi zimanek tund şermezar kiriye û roja Duşema 19’ê Îlonê li tevahiya Îranê banga greva giştî kiriye. Navendê di bangawaziya xwe de xwestiye ku hemû gelê Kurd bi girtina dukanên xwe û neçûna ser kar xwepêşandanê bikin.

Li gor nûçeya Rûdawê, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ku ji bo beşdariya di Lûtkeya Rêxistina Hevakriyê ya Şanghay de serdana Ozbekistanê kiriye, derbarê bûyerê de ferman da Wezîrê Navxwe yê Îranê ku dest bi lêkolînan bike.

Her weha, Serokê Navenda Parêzerên Dadweriyê ya parêzgeha Sineyê Ehmed Namdarî, ji polîsê Îranê xwestiye, berpisyariya xwe ya di vê bûyerê de qebûl bike û bersiva xelkê û raya giştî bide.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Îranê jinek Kurd, bi hinceta ‘Pora wê xuya dibe’ hat qetilkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *