Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Mêrdînê jina bi navê Sûriye Akturk li ser banê xaniyê xwe agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da.

Li Taxa Selahattîn Eyyûbî ya navçeya Qoser a Mêrdînê jina bi navê Sûriye Akturk a 50 salî ji ber sedemeke ne diyar li ser banê xaniyê xwe agir berda bedena xwe.

Tevî mûdaxaleya cîran û xizmên wê jî Akturk nehate rizgarkirin û jiyana xwe li cihê bûyerê ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û agirkujiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Suriye Akturkê ji bo karûbarên otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *