Li Mêrsîn û Dîlokê operasyon: 24 kes hatin desteserkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Mêrsîn û Dîlokê di encama operasyonekî de bi giştî 24 kes bi hinceta ‘PKK’ê hatine desteserkirin.

Vê sibê li Mêrsînê bi avayekî hevdem hêzên ewlekariyê di çarçoveya lêpîrsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve hatiye destpê kirin de li gelek navnîşanan lêgerîn pêk anîn.

Di serdegirtinên malan de 15 kes hatin desteserkirin. Kesên hatine desteserkirin bo lêpirsînê ji Midûriyeta Ewlekariyê re hatin veguhestin. Her wiha hat diyarkirin ku lêgerîna 3 kesên ku navên wan di lîsteya desteserkirinê de heyî jî didome.

Her wiha Rêveberiya Ewlekariya Dîlokê jî daxuyaniye ku li bajar di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî de 9 kes bi hinceta “endamtî û propagandaya rêxistinê” hatine destserkirin.

Hat ragihandin kesên desterkirî ji bo karûbarên fermî bo Rêveberiya Ewlekariya Dîlokê hatine birin. (Ji ajansan)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Mêrsîn û Dîlokê operasyon: 24 kes hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *