Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê dolmîş û otomobîlek li hev qelibîn.
Di encama qezayê de 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
SERHAT NEWS – Dolmîşa ku Rıdvan T. diajot û plakaya wê 65 ABM 469 e, li ser rêya Tetwan-Wanê li nêzîkî gundê Dibekliyê li otomobîla ku Mehmet Şîrîn Kaplan diajot û plakaya wê 20 EC 294 e qelibî.
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê tîmên UMKE, AFAD, cendirme û Tenduristiya Bilez çûn cihê qezayê.
Di qezayê de şofêrê otomobîlê Mehmet Şîrîn Kaplan mir, şofêrê dolmîşê û rêwiyê bi navê Nurullah Kaplan ê birîndar bûn.
Birîndar sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê hatin kirin.
Hat zanîn ku tevî hemû midaxeleyan Nurullah Kaplan jî li nexweşxaneyê miriye.
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver