Li Qabûlê di encama teqînekî li dijî mizgeftî de 7 kes mirin

featured
WÊNE AP
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li paytext Qabûl ya Efxanîstanê li ber mizgeftekê bombe hat teqandin û di encama teqînê de 2 jê zarok 7 kesî jiyana xwe ji dest daye û 41 kes jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya Dengê Amerîka, Berdevkê polîsê Qabûlê Xalîd Zedran, bûyer piştrast kir û got ku teqîn dema ku mirov piştî nimêja Înê ji mizgefta serekî ya li taxa Wezîr Ekber Xan derdiketin, pêk hatiye.

Zadran her wiha da zanîn ku tevahiya kuştiyan sivîl bûne.

Zadran da zanîn ku bombe di wesayîta ku li ber mizgeftê rawestîbû de hatiye bicîh kirin û bo kesên berpirs werin darizandin, lêpirsîn didome.

Nexweşxaneya Îtalî ya rêxistineke xwêrxwazîyê ragihand ku jiber teqînê 14 kes hatine rakirin bo nexwaşxanê, ku 4 kes ji wan jixwe mirîbûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, heman mizgeft di dema borî de jî çend caran bûye armanc, di nav de teqînek di Hezîrana 2020’an de – berîya ku Talîban jinûve desthilatdar be ku melayê mizgeftê hat kuştin û çend kes birîndar bûn.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Qabûlê di encama teqînekî li dijî mizgeftî de 7 kes mirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *